Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê bi kompanyayên navdewletî yên petrolê re bicive

Hewlêr (Rûdaw) - Biryare îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê li gel kompanyayên navdewletî yên warê petrolê bicive daku destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê gotûbêj bikin. 

Çend çavkaniyan ji medyay Brîtanyayê re dane xuyakirin ku “Kompanyayên navdewletî yên warê petrolê bo Hewlêrê hatine vexwendin daku li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicivin.”

Di civînê de dê behsa amadekariyên bo destpêkirina hinardekirin, merc û buhayê firotina petrolê bi riya kompanyaya firotina petrolê ya Iraqê SOMO bê kirin. 

Herwiha di civînê de mekanîzama dana deynên kompanyayên navdewletî yên petrolê û pişka wan di firotina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê di paşerojê de jî tên gotûbêjkirin.”

Medyaya Brîtanî ji zarê çar çavkaniyan ve eşkere kiriye ku wan “pirsgirêkên teknîkî yên bo destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê bi riya Bendera Ceyhan çareser kirine.”

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê 17ê Nîsanê çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand, roja Sêşemê 18ê Nîsanê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dê li gel kompanyayên petrolê bicive û çawaniya destpêkirina hinardekirina petrolê dê di civînê de were gotûbêjkirin.

Kompaniyayên petrolê hatine agahdarkirin ku di warê teknîkî de zeviyên xwe amade bikin bo destpêkiria berhemanîna petrolê. 

Civîna Wezareta Çavkaniyên Xwezayî li gel kompaniyayên petrolê hevdeme li gel daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê bo Rûdawê derbarê vê yekê de ku di vê hefteyê de dest bi hinardekirina petrola Kurdistanê tê kirin.

Roja 25ê Adarê bi biryara Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê ya Navdewletî, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê hat rawestandin. Li gor amarên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rojane 400 hezar bermîl petrol dihat hinardekirin.

Dadgehê di berjewendiya Iraqê de biryar da û di biryara xwe de ragihand, Tirkiyê rêkeftinke xwe ya bi Iraqê re binpê kiriye, ew jî bi wêya ku bêyî razîbûna Bexdayê rê daye hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.