Pişka Pêşmerge %0.2yê budceya leşkerî ya Iraqê ye

Hewlêr (Rûdaw) - 20 sal in Pêşmerge çaverêya Bexdayê ye, bi nav dibêjin beşeke sîstema berevaniya Iraqê ye, lê mûçeyên wan nedane.

Di projeyasaya budceya giştî ya 2023an a Iraqê de ji bo pişka Pêşmerge cih hat vekirin, lê pereyê wê nagihijê %1ê hemû budceya asayîş û berevaniyê.

Budceya berevanî û asayîşa Iraqê 29 trilyon û 84 milyar û 514 milyon û 292 hezar dînar e. Budceya mûçe û pêdawîstî û pirçekkirina wezareta berevaniyê, 9 trilyon û 763 milyar û 710 milyon û 724 hezar dînar e. Heman pişka wezareta navxwe 13 trilyon û 887 milyar û 487 milyon û 961 hezar dînar e. Di projeyasayê de bo Desteya Haşdî Şeibî 3 trilyon û 743 milyar û 703 milyon û 290 hezar dînar hatiye danîn.

Pişka mûçeyên Pêşmerge di projeyasayê de di nav hêzên piyadeyên Iraqê de hatiye diyarkirin, ku 60 milyar û 248 milyon û 820 hezar dînar e, ku tenê dike %0.2yê hemû budceya asayîş û berevaniya Iraqê.

Cîgirê Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Sekvan Sindî dibêje: “Hûn bibêjin ev ji vê rêjeyê razî ne, na em nerazî ne, lê ji bo destpêkê baş e.”

Pereyê asayîş û berevaniyê li Iraqê %14.61ê hemû pereyê projeyasaya budceya giştî ya Iraqê pêk tîne, ku 199 trilyon dînar e.

Pişka wezaretên berevanî û navxwe û Heşda Şeibî di nav deynîn biyanî de jî hatiye danîn, ku bo sala 2023ê, 71 milyon dolar e û ji bo her yek ji wezaretên berevanî û navxwe yên Iraqê 30 milyon dolar hatiye veqetandin û bo Desteya Heşda Şeibî 11 milyon dolar hatiye diyarkirin.

Ji sala 2003ê ve hikûmeta federal a Iraqê, ji bo Pêşmerge pere neşandin. Di hinek yasayên budceyê de pişka wê hatibû diyarkirin, lê her dem şandina pere bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser hejmaran hat girêdan. Di demekê de di budceya îsal de hatiye destnîşankirin, ku divê di navbera salên 2004-2022an di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de hesabên mayî (deyn û hwd) bêne dîtin.

Endama Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Nermîn Merûf jî got: “Salane ji budceya Wezareta Berevaniya Irqê pişka Pêşmerge hatiye veqetandin, lê mixabin ti caran ew pere bo Herêma Kurdistanê nehatiya şandin û Hêzên Pêşmerge jî jê sûdmend nebûye.”

Projeyasaya budceyê di qonaxa xwendina duyem û gotûbêjkirinê de ye, ku li gor gotina hinek parlamenterên Kurd, hewl didin pişka Pêşmerge zêde bikin.