Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiya Tirkiyê ragihand, îro li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û dorûberê wê barana gur dibare.
Saziya Keşnasiya Tirkiyê, bi taybetî ji bo Amed û hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hişyariya barana gur û bahozê da.
Li gor saziya keşnasiyê, roja 18ê Nîsanê li Amed û dorûberê wê û li parêzgehên weke Riha, Çewlig, Erzîngan û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê barana gur dibare.
Herwiha bo hinek bajarên Serhedê hişyariya aşûtê û bahozê hat dayîn, ji aliyê din ve, şeva 17ê Nîsanê rêya Erzerom-Artvinê ji ber erdhezînê hat girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse