Galeriya wêneyan

18-04-2023
10 Photos
Nayîf Remezan

Sersala Kurdên Êzdî, Çarşema Sor, yek ji cejnên herî girîng e ku her sal di meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Ev cejn li malan û li perestgeha Laleşê tê pîrozkirin.

Taybetmendiya cejnê ew e ku roja Çarşema yekem a meha Nîsanê ye, meha Nîsanê ji bo Kurdên Êzdî bûka salê ye. Di vê cejnê de hêk tên boyaxkirin, xort û keç kulîlkên Nîsanê hildigrin û dixin stûyê hev.

Zilaman piştî boyaxkirina hêkan, hêkan dixin nav zeviyên xwe da ku rizqê wan bi "bereket" bibin.

Her sal merasima Çarşema Sor li perestgeha Laleşê tê vejandin û bi hezaran kurdên êzîdî beşdarî merasimê dibin û çalakiyên curbicur lidar dixin.

 

Wêne: Nayif Remezan/Rûdaw