Rêveberiya Xweser: Em amade ne bi hemû aliyan re danûstandin bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhelatê Sûriyê, destpêşxeriyek   ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ragihand û got, em amadene bi hikûmeta Sûriyê û hêzên demokrat re gotubêjan bikin.

Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bi rêyên demokratîk û aştiyane daxuyaniyek belav kir, Rêveberiya Xweser jî bang li hikûmeta Şamê kir ku bi berpirsyarî rabe.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de dibêje, tevgera gelêrî ya şoreşgerî ku ji sala 2011ê ve  dest pê kiriye, heta niha ti encam bi dest nexistiye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava çend salên aloziyê de ku aliyên siyasî, aborî û civakî girte nava xwe de, bi sedan hezaran neçarî koçberiyê bûne û jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku bi mîlyonan welatî li welatên derve rastî kiryarên ne mirovane tên. Erdheja ku li Sûriyê û Tirkiyê di 6`ê Sibata borî de çêbû, bi xwe re birînên koçber û penaberên sûrî kûrtir kir.

Rêveberiya Xweser dibêje, ku ji ber nebûna nirxandin û şîroveyên rast bo aloziya Sûriyê, beşdarnebûna aliyên çalak û nûnerên rasteqîne ên Sûriyê di civînên navdewletî de, heta niha ti çareserî ne hatiye dîtin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhelatê Sûriyê di beyannameya xwe de wiha dibêje:

“Aloziya siyasî ku piştî tevgera gelêrî ya şoreşgerî di sala 2011an de li Sûriyê dest pê kir ew jî encama kombûn û paşguhkirinê bû ku 12 sal di ser re derbas bû didome. Tu encamên piratîkî heta niha nehatine bidestxistin. Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku ji sazî, rêveberî, partî, hêz û rêxistinên demokratîk pêk tê, li gorî pîvana berpirsiyariya me li hember gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê, li gorî  pîvan û nêrînên siyasî yên MSD`ê ku dixwazin çareseriyeke siyasî peyda bikin her wiha di dema ku hewldanên xurt di vê çarçoveyê de têne kirin, em ji bo peydakirina çareserkirineke aştiyane û demokratîk ji aloziya li welatê me Sûriyê dest bi vê însiyatîfê dikin da ku êş û zehmetiyên bi mîlyonan gelê xwe, bidawî bikin.

Di nava çend salên aloziyê de ku aliyên siyasî, aborî û civakî girte nava xwe de, bi sed hezaran ji gelê me jiyana xwe ji dest dan û neçarî koçberiyê bûn li Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hin parçe û herêmên din ji Sûriyê derketin derveyî welat û bûn penaber.

Her wiha bi mîlyonan gelê me li welatên derve rastî kirinên dermirovî hatine û tên. Erdheja ku li Sûriyê û Tirkiyê di 6ê Sibata borî de çêbû bi xwe re birînên koçber û penaberên sûrî kûrtir kir. Gelê Sûriyê yê penaberî Tirkiyê bûye ji zêdetir beşên civakî ku zerar ji ber erdhejê dîtin. Ew kes ji aliyê dewleta Tirkiyê ve ku ji aliyê AKPê ve birêve diçe rastî cûdabûn û êşkenceyê jî hatin. Îro li seranserî erdnîgariya Sûriyê gelê Sûriyê rastî pirsgirêk û gelek zehmetiyan ji aliyê (jiyanî, tenduristî û civakî) tên ji bilî birçîbûn, xizanî, bêkarî, nêjadperestî, bêaranî û bêewlehî ku erdhejê ev yek zêdetir kir.

Gelê me yê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê nabe ku di nava vê rewşa mirovî ya karesatî de asê bimîne. Ew li hêviya çareseriyeke aştiyane û lezgînin ku aramî û ewlehiyê ji wan re misoger bike her wiha pêşerojeke demokratîk û jiyaneke aram di welatê wan de, peyda bike.

Li gorî vê yekê divê hemû hêzên siyasî yên berpirs ji bo bidestxistina gavên pêwîst û dîtina çareseriyeke hevbeş li gorî pîvana diyalog, hevkarî û erêkirinê, bixebitin.

Li gorî naskirina me di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji miqdarê berpirsiyariya me li hember gelê me yê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê, em hewl didin ku gavên pêwîst ji bo çareserkirina aloziyê, pêkanîna aştî û aramiyê nexasi ku heta vê kêliyê tu însiyatîf û pilatformên navneteweyî û herêmî mîna Ceneva, Astana, komîteya destûrî û hwd tu encam ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi dest nexistine, bixebitin. Ev jî girêdayî van sedama ye:

1- Tunebûna nirxandin û şîrovekirina rast ji aloziya Sûriyê re.

2- Nederxistina bernameyê çareseriya aştiyane û demokratîk.

3- Nebeşdarbûna hemû hêzên aktîf ên Sûriyê di diyalogê de û îsrara li ser çareseriyên ku ji derve hatine pêşkêşkirin.

Herwiha binketina serdestiya Sûriyê ku di pêkanîna rola xwe ya erênî de ku çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re peyda bike. Ji ber wê jî diviyabû ji destpêkê ve lêgerînê derbarê wekheviya aştiyane ji aloziyê re û vexwendina hemû aliyên ji bo çareserkirina wê lê ew li derveyî vê pîvanê ma û ew jî çareseriya dawîn û dirêjkirina aloziyê bû. Vê yekê jî zehmetiyên gelê zêde kir.

Li gorî vê yekê divê çareseriyek ji aloziya Sûriyê re ji hundir ve were dîtin û divê hikumeta Sûriyê helwesteke berpirs diyar bike û tedbîrên pêwîst ji bo serxistina çareseriyê werin girtin.

Girînge ku ji hemû hêzên siyasî (Partî, rêxistinên jin û ciwan) dûrî ku mezin yan jî biçûka nêrînê be di diyarkirina pêşeroja rêveberiya welat û şeklê wê li Sûriyê, girîngiya vê mijarê di pêkanîna aştî û aramiyê de pir girîng e.

Sûriyê welatê hemû pêkhateyên ku têde dijîn. Ji ber wê jî ji bilî diyarkirina pêşeroja wê û çareserkirina aloziya welat li pêşiya wê tune ye.

Ji bo pêkanîna vê yekê jî divê ev tişt were diyarkirin:

1-Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de teqeziyê li ser yekitina xaka Sûriyê dikin û baweriya me heye ku nabe pirsgirêkên li Sûriyê derveyî çarçoveya yekitiya welat, were çareserkirin. Di vê çarçoveyê de û bi armanca pêkanîna çareseriyê em teqez dikin em ji bo hevdîtina bi hikumeta Sûriyê û diyaloga bi wê û hemû aliyên Sûriyê re ji bo şêwermend û nîqaşkina pêşkêşkirina însiyatîfan her wiha dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re.

2-Tunebûna siyaseta demokratîk û civakî her wiha tunebûna itîrafa bi taybetmendiya hemû pêkhateyên Sûriyê û mafên wan ku ew jî bingeha aloziya Sûriyê ye (mezheb, kom) ku taybetmendî û mafê wan di welatbûyîn û wekheviyê de heye. Hin beşdarên welatparêz û taybetmendiya wan divê werin erêkirin û rêzdariyê bidin wan. Ew jî bingeha hevgirtina niştîmanî ye. Ji ber yên wê jî divê çareseriyeke demokratîk ku hemû beşên civakê bi rêya bawerî û itîrafa bi mafên rewa yên hemû pêkhateyên (Kurd, Ereb, Suryan û Asûr) û yên ol ku civaka sûrî ji wan pêk tê, parastina mafên komî yên van pêkhaateyan, pêxistina nirx û mekanîzmeyên demokratîk, avakirina sîstemeke rêveber, siyasî, demokratîk, pirreng û ne navendî ku mafên her kesî bêyî cûdahî diparêze, beşdar bibin.

3-Bi rêya tecrubeya sîstema demokratîk ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, hate teqezkirin ku hemû gelên herêmê dikarin hemû mafan bidest bixin, bi azadî bijîn. Ev jî di nava atmosfereker aramî û ewlehiyê de. Her wiha îsbat kir ku gel dikarin bi rêya rêveberiyên xweser pirsgirêkên xwe çareser bikin û ew jî bi rêya pêkanîna şopandina welatiyan bi awayekî raste rast ji rêveberina herêmên xwe re da ku li hember zehmetî û pirsgirêkan bisekinin.

Ev yek hate teqezkirin ku hevgirtina civakî, demokratîk û aramî bi rêya beşdarbûna hemû aliyên siyasî, çandî û civakî di rêveberiyan de, hate bidestxistin.

Em di wê baweriyê de ne ku ev nimûneya civakî, demokratîk û ekolojîk ku li ser esasê azadiya jin û parastina ekolojiyê hatiye avakirin û li herêmên pêk tê, têrê dike ku bibe bingeha sereke ya gihaştina çareserkirina aloziya Sûsriyê ye. Ew jî çareseriyên serkeftî ji hemû dozen ku civaka Sûriyê ji ber wan zehmetiyan dibîne, pêşkêş dike.

4-Em teqez dikin ku zengînbûn û çavkaniyên aborî yên heyî divê bi awayekî wekhev li hemû herêmên Sûriyê werin belavkirin. Ji ber çavkaniyên heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna (Petrol, gaz û berhemên çandiniyê) mîna hemû çavkaniyên heyî li herêmên din ên Sûriyê ye û ew jî milkê hemû gelê Sûriyê. Em careke din teqez dikin ku divê ev çavkanî bi rêya lihevkirina bi hikumeta Sûriyê re û bi rêya diyalog û lihevkirinê, beşdar bibin.

Ji bo peydakirina pêwîstiyên sereke ji şêniyan re, gihaştina çavkanî û alîkariyan ji hemû herêman re divê deriyê Yarûbiyê (Til Koçer) ê gumrikê û deriyên din jî werin vekirin. Ev yek jî dikeve ser milê hikumeta Sûriyê ku mirov dikare çareseriyeke baş li gorî her kesî û li gorî berjewendiya gelê Sûriyê li her deverê.

5-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca kêmkirin û sînordarkirina pirsgirêk û zehmetiyên li hember gelê Sûriyê ji hemû pêkhateyên ku ji herêmên xwe koçber bûne yan jî koçberî derveyî welêt bûne û bidawîkirina zehmetiyên mirovî û li gorî derfetên xwe de amade ye wan hembêz bike û werbigire. Her wiha ji destpêka damezrandina xwe heta niha welatiyên Sûriyê yên din jî wergirtin. Li gorî vê yekê wê tedbîrên pêwîst bigire.

6-Em teqez dikin ku têkoşîn û xebatên me yên şerê li dijî terorê de li dijî terora rêxistinên terorîst ên DAIŞ’ê û yên din, berdewam e û dê berdewam bike. Her wiha ji tunekirina gefên li ser Sûriyê, herêm û tevahî cîhanê. Me berpirsiyariya xwe li dijî xeteriya van rêxistinan li şûna tevahî cîhanê bi rêya berdêlên hatine dayîn û bi hezeran şehîd û birîndar çêbûn, pêk anî.

7-Hikumeta Tirkiyê ya dagirker aloziya Sûriyê kûrtir kir, xaka welat û yekitiya wê parçe kir, destek û pişgirî da komîn terrorist mîna DAIŞ`ê û komên din. Hikumeta Tirkiyê destwerdana Sûriyê dike da ku çavan ji ser aloziya xwe ya hundirîn bigre û pirsgirêkên xwe bi rêya binpêkirin, êriş û bikaranîna komên terrorist û çeteyan di pêkanîna armancên xwe de, bikar tine.

Ji ber binpêkirinên dewleta Tirk zehmetiyên mirovî çêbûn û maf bir û destek da komên terorîst ên weke DAIŞ û yên din. Destwerdana dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê, ji bo balê ji krîzên xwe yên navxweyî dûr bixe û pirsgirêkên xwe derdixe welatên cîran, bi êrîş û bikaranîna komên çete û terorîstî ji bo bicihanîna armancên xwe, hat. Kiryarên êrîşkar ên dewleta Tirk ên bi armanca guhertina dem hatin binpêkirin û ev yek nayê qebûlkirin ji ber armanca wê guhertina demografiya şêniyên herêmê ye.

Sedemên hemû pirsgirêkên li ser sînorê Sûriye -Tirkiyê ji ber siyaset û kiryarên dijminahî yên hikûmeta AKP- MHP`ê ne ku dixwaze bandorê li siyaseta navxweyî ya Sûriyê bike û rewşa jinûve li gorî berjewendiyên xwe biguhere. Bihane û belgeyên hikûmeta AKP- MHP`ê di dijminatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji rastiyê dûr in. Hewldana kuştina Fermandarê Giştî yê QSD’ê li Silêmaniyê belgeya herî zelal a vê yekê ye. Bêguman tu dijminatiya me bi gelê Tirkiyê re tune ye. Divê dewleta Tirk dagirkirina xwe ji xaka Sûriyê bidawî bike. Ji ber em dixwazin bi Tirkiyê û hemû welatên derdor û gelên wan re bi aştî bijîn. Lê em careke din teqez dikin ku heger dewleta Tirk êrişî gel û xaka me bike, em ê dê mafê xwe di parastina rewa de bikar bînin.

8- Bi armanca pêşxistina çareseriyeke demokratîk û aştiyane li Sûriyê, di serî de em bang li dewletên ereban, Netewên Yekbûyî û hemû hêzên navneteweyî yên ku di mijara Sûriyê de çalak in, dikin û em bang li hemûyan dikin ku roleke erênî û bi bandor ku di destekê bide peydakirina çareseriyeke hevbeş bi hikûmeta Sûriyê, Rêveberiya Xweser û hêzên niştimanî yên demokratîk re, bilîzin.

9-Em careke din teqez dikin, ji bo çareserkirina aloziyê û di çarçoveya yekitî û aramiya Sûriyê de, pêşxistin û pêkanîna çareseriyeke siyasî, ji bo pêşeroja Sûriyê û parastina berjewendiyên gelê wê, nêzîkatiyeke me zelal ji bo çareseriyeke guncav û li gorî pîvana diyalog û lihevkirineke pêşerojî, heye, em vê însiyatîfê li ser bingeha niştîmanî pêşkêş dikin. Em bang li her kesî dikin ku beşdar bibin û di pêvajoya heyî de destekê bidin vê yekê. Ev jî ji bo xebat û hewldanên çareserkirin û bidawîkirina şer bi lez bibe her wiha ne li dijî biryara Meclisa Ewlehiyê (2254) û hemû biryarên navneteweyî yên girêdayî wê be. Her wiha em ji bo nîqaşkirina hemû nêrîn, projeyên çareserkirinê û serarastkirina hemû tedbîrên pêwîsdt da ku hemû aliyan hembêz bikin û dest bi nîqaşên diyalog û çareseriya niştîmanî, amade ne.

Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, me berpirsyariyeke dîrokî û mirovî girtiye ser milê xwe. Em baş dizanin ku bi sedhezaran gelê me jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan welatiyên me rastî rewşên jiyanî yên zehmet tên. Ji vê bingehê em bang li hikumeta Sûriyê û hemû hêzên niştîmanî yên demokratîk dikin ku bersiva însiyatîfa me bikin û ji bo çareseriyeke hevbeş ku aloziyê bidawî bike û zehmetiyên gelê Sûriyê sînordar bike, bixebite da ku em ji bo avakirina welatê xwe ji nûve lihev bikin.”