Grûpên çekdar baceke bi zorê ji Kurdên Efrînê distînin

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê baceke zorane ya nû avêtine ser gundiyên çend gundên herêma Efrînê. Çekdar gundiyan neçar dikin ku êzingan an jî pereyan li şûna wan bidin grûpên çekdar.

Ednan Mûrad, mafnas û endamê Komîteya Şêwirê ya PDK-S ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hûrgiliyên vê bacê aşkere kirin.

Mafnas Ednan Mûrad dibêje "Bacê danîne ser her gundekê. Gundê Hisê, Şîtka, Mabeta, memlekê Emşat ku derdora 80-90 gundên Efrînê di bin destê wan de ye. Ew dibêjin divê her gundek 15 ton êzing bidin. Gund heye divê 100 ton gund heye 20 ton li gor mezinahiya xwe. Tona êzing lê dixin bi 125 dolaran. Eger 10 ton be divê ev gund Hezar û 1250 dolar bidin yan êzingan jê re bînin. Wê êzingan ji ku derê bînin li deverê. Divê ji sedî 40 yên wan bin.

Murad amaje bi yekê kir ku grûpên çekdar van kiryaran bi aşkere dibêjin ne bi dizî û wiha berdewam kir “Dibêjin em hevkarê hemû tiştên we ne û ege we ne eciband ka wî milkî bidin me, emê bidin Erebên xwe, wê pezên xwe berdin nav biçêrînin, bibe milkê wan û wê li ser bimînin. Ji ber wê jî Efînî mecbûr in bidin ku ji kok nere, dest nedin ser wan erdan. Her yek bi xwe qanûnên xwe hene alem diza lê çira hewqas bêdendg in. Dîsa ez dibêjim, divê Encûmena Nîştimanî (ENKS) helwesteke xwe hebe ji ber van tiştan. Şert û şirûtên we bi îtilafê re hebin, îtifaqên we bi wan re hebein, eger tifaqa we bi wan re naçe hûn dev jê bernadin lê xwe di hindirê îtilafê de bicemidînim."