3 xêrxwazên Kurd alîkarî gihandin 500 malbatên mexdûrên erdhejê

18-04-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Îbrahîm Sediyanî Semsûr Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 3 xêrxwazên ji Bakurê Kurdistanê pêwîstiyên xwarinê gihandin 500 malbatên xelkê Semsûrê ku piraniya wan malbatên Elewî ne. Nivîskarê Kurd Îbrahîm Sediyanî ji bo alîkariyan got “Em evîndarê gelê xwe ne. Welatparêzî û mirovparêzî ne tenê pirtûk nivîsandin e.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, rojeva erdhejê hatiye guhertin û bûye hilbijartinan û rewşa rizgarbûyên erdhejê û pêwîstiyên wan heta radeyekê hatine jibîrkirin.

3 xêrxwazên ji Bakurê Kurdistanê ku her yek ji wan li deverekê ne, mil dane milê hev û di vê cejnê de pêwîstiyên xwarinê gihandin 500 malbatên xelkê Semsûrê ê ku erdhejê ziyaneke zêde daye wan.

Karsaz Alican Karadoğan li Xerpêtê, karmendê tendirustiyê Basri İpek li Belcîka û Nivîskar İbrahim Sediyanî li Almanya ku di heman demê de hevalên hev ê zarokatiyê ne û bi hev re xwendine jî, planek danîn û destê alîkariyê gihandin 500 malbatên qurbaniyên erdhejê.

Serpereştê kampînê Nivîskar İbrahim Sediyanî beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Bakur bû û di derbarê kampîna xwe ya alîkariyê de bersiva Hêvîdar Zana da.

Derbarê plana ku di cejnê de alîkariya ziyandîtiyên erhejê bikin de Îbrahîm Sediyanî amaje bi yekê kir ku di erdhejê de 10 Bakurê Kurdistanê xirab bûne û di destpêkê hemû cîhan berê xwe dane herêma erdhejê û got “Em 3 heval bi hev re îstîşare kir me got niha rojej tev erhej e lêbelê wexta mehek du meh derbas dibe li Tirkiyê rojev dê bibe hilbijartin û dinya jî vedigere rojeva xwe û ew ziyandîtiyên erdhejê bi qedere xwe re bi tenê dimînin, mirov wê wextê hewceyî alîkariyê dibin. Me wisa fem kir û wisa mijûl kir û bi hev re me di nav du mehan de gelek pere kom kir û bi van pereyan jî em çûn Kurdistanê.”

Sediyanî da zanîn bi bereyên ku ji Belcîka, Almanya û deverên din kom kirine çûne Meletî û Mezîreyê  û ji bo ziyandîtiyên erdhejê pê kelûpelên xwarên kirîne kirîne û dibêje “Me got ku bila însanên me bi aramî û şadî vê cejnê derbas bikin. Me bi alîkariya Xwedê ji bo nêzikî 500 malbatan hemû pêwîstiyên wan ê metbexê yên hefteyekê dabîn kir.”

Herwiha Sediyanî diyar kir ku ew malbatên ku alîkariyan gihandine wan hemû yên li gundên dûrûdest ên Semsûrê ne ku alîkarî nedîtine û kesek neçûye wan deran û got “Yên ku me alîkariyan dan waniraniya wan jî malbatên Elewî bûn. Me duayên wergirt û duayên wan ji bo me ji her tiştî girintir e.”

Îbrahîm Sediyanî ragind ku armanca wan ji bo alîkariyê bo carekî bûye û eger daxwaz û eleqe hebin ew dê dîsa vê yekê bikin û wiha berdewam kir “Em evîndarê gelê xwe ne. Welatparêzî wiha ye, mirovatî wiha ye. Welatparêzî û mirovparêzî ne tenê pirtûk nivîsandin e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst