Li gundê Kîmarê yê Efrînê çekdar mal û milkên xelkê didizin

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çekdarên grûpa bi navê Hemzat mal û milkên xelkên Gundê Kîmarê didizin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn – Sûriye Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand, çekdarên grûpa bi navê Hemzat, ku dest danîne ser gundê Kîmarê ser bi nahiyeya Şêrawa, mal û milkên xelkên gund didizin.

Ibrahîm Şêxo got ku weke mînak ji berî şeş mehan ve heta niha, kelûpel, amêr û xwarin û xoraka mala welatiyê bi navê Fethî Subhî Hisê dizîne û  herwiha berî çend rojan, derî û pencereyên mala wî jî dizîne û di heftiya borî de jî dest danîne ser parçeyekî ji zeviya wî welatiyê Kurd û zeviya welatiyekî din li teniştê, li nêzîka Xwaringeha Çiyayê Xewnan.

Çekdarên grûpa bi navê Sultan Murad jî, li navçeya navbera bajarê Efrînê û nahiyeya Reco de, wiha jî li girekî li cem durêya bajarokê Mabata, di çarçoveya gera li şûnwaran de, di kolanê de berdewam in.