Aldar Xelîl: Niyeta me ya derxistina hikûmeta Sûriyê ji Qamişlo nîne

18-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl derbarê aloziyên li Qamişlo yên di navbera Rêveberiya Xweser û saziyên hikûmeta Sûriyê de ragihand ku niyeta wan tune ye ku hikûmeta Sûriyê ji Qamişlo û Hesekê derxînin.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl têkildarî dorpêça li ser herdu taxên Kurdann ên li Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiye ji aliyê hikûmeta Sûriyê û aloziyên Qamişlo ji medyaya nêzîkî PYDê re axivî.

Dorpêça hikûmeta Şamê li herdu taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berdewam e, heya niha rê nayên dayîn  pêdiviyên jiyanî yên weke mazot û dermanan derbasî herêmê bên kirin.

Derbarê vê yekê de Aldar Xelîl diyar kir ku hikumeta Şamê bi vê ambargoyê dixwaze bibêjee “va ye ez heme, naxwazim pêvajoyeke ji bo çareseriyê bi pêş bikeve”.

Xelîl tekez kir kutiştê ku hikûmeta Sûriyê li wan her du taxên Kurdan dike nayê qebûlkirin, ew nikarin her demê wiha lê temaşe bikin.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê herwiha diyar kir ku niyeta wan tune ye ku hikûmeta Sûriyê ji Qamişlo û Hesekê derxînin, eger ew bixwazin ew dikarin hêzên hikûmetê di demeke kurt de ji nava xwe derxînin.

Derbarê vê yekê de jî Aldar Xelîl wiha axivî: “Rêveberiya Xweser têvî ku bixwaze dikare di demeke kurt de wan ji wir (Qamişlo û Heseke) derxe. Ji bo çi nekir? Ev peyameke siyasî ye. Wekî peyamekê ye ku bibejê `ez Sûriyê parçe nakim, yekitiya Sûriyê dixwazim` û her wiha ji bo rêyên diyalogê bimînin, em bikarin îtîfaqê bikin ku zemînek bimîne. Ji ber wê heya niha ev saziyên ewlehiyê li Qamişlo û Hesekê hene. Tu biryareke siyasî ku kesek wan ji wir derxe, niha tune ye. Dema hikumeta Şamê li Heleb û Şehbayê dixe dorpêçê, herî kêm divê vê bibînin `hûn li wir gelê me dixwazin birçî bikin, li vir jî saziyên we hene û em jî dikarin vê bikin.` Ger heya niha me nekiribe, ji ber ku me nexwestiye, me nekir. Lê heger bibêjin `na bi israr em ê bikin` wê demê em jî dikarin vê peyamê bigîhinin; `hebûna we di nava herêmên me de ye.”

Di berdewam axavtina xwe Xelîl ev jî got: “Bila her kes bizane ger gelê me di nava dorpêçê de be, em nikarin lê temaşe bikin. Ev ne di aliyê mirovî de, ne di aliyê qebûlkirina rastiyê de, ne jî di aliyê siyasî de tê qebûlkirin. Tu niyeta Rêveberiya Xweser ku hikumeta Şamê ji cihê wê derxe yan jî şer îlan bike, tune ye. Tenê hewldaneke ji bo rojevkirina mijara ambargoyê ye ku bibe hewldanek ji çareserkirina pirsgirêkê re.

Aldar Xelîl herwiha da zanîn ku dixwazin bi Şamê re li hev bikin lê hinek alî hene astengiyan li pêşiya rêkeftinê derdixin.

Li gor gotina serkirdeyê PYDê, di nava hikûmeta Sûriyê de hinek kes hene bi MITa Tirkiyê re kar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst