Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê topbarana xwe li ser gundê Til Tewîl yê Aşûriyan li Til Temirê tund kiriye. HSDê ragihand ku di topbarana Tirkiyê de şervanekî pasewanên Xabûrê jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) jî di derbarê topbaranê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku di encama topbarana artêşa Tirkiyê de şervanekî pasewanê Xabûrê jiyana xwe ji dest daye.
HSD di daxuyaniya xwe de wiha dibêje “Îro êvarê di encama topbarana hovane ya dewleta Tirk a li ser gundê Til Şenan a Til Temirê de, şervanê Pasewanên Xabûrê yê Aşûrî Ziya Til Temir şehîd ket.”
https://t.co/dtpuL3Txkz pic.twitter.com/CSIetCQdOT
— Farhad Shami (@farhad_shami) April 17, 2022
Ev 5 roj in li ser hev e Tirkiyê gundên derdora nahiya Til Temir û nahiya Zirganê topbaran dike. Herwiha Gundên Mieleq û Seyda li derdora Eyn Îsa û rêya M4 ya navdewletî jî tên topbarankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse