Welatiyê bi navê Haris Mihemed Hisên ê xelkê gundê Kewnebakiyê ser bi nahiya Daratûyê li navçeya Berdereş a Duhokê, mala xwe kir muzexane.
Haris Mihemed Hisên di bihara sala 2018an de li gundê xwe xaniyek kir muzexaneku zêdetirî 50 salan e bi dar û heriyê hatiye çêkirin û nêzîkî 2 hezar berhemên çandî di malê de pêşan dide.
Armanca Haris Mihemed ew e ku bi rêya muzeyê hewla parastina wan kelûpelên xetereya tunebûnê li ser heye bike û ji aliyekî din ve jî hewl kelûpelên ji bav û kalan maye bi nifşê nû bide naskirin.
Mihemed herwiha dixwaze ku uze ji bo gundê wan û herêma Berdereş bibe navendeke çandî.
Herîs Mihemed di berhevkirina berheman de kedek mezin daya û gelek ji wan ji xelkê herêmê bidestxistiye û hin ji wan jî kirîne.
Herwiha xelkê gundên derdora Kewnebakiyê ji bo parastina çanda Kurdî bûne alîkar.
Wêne: Bilind Tahîr / Rûdaw