Du roketên Katyuşa li nav bajarekî Başûrê Kurdistanê ketin

Hewlêr (Rûdaw) – Peyamnêrê Rûdawê li Germiyanê ragihand, êvara îro du roketên ji corê Katyuşa li nav bajarokê Kifrî li Herêma Kurdistanê ketin xwarê, lê ti zirarên canî nebûne. Qaymeqamê Kifrî jî ev yek piştrast kir û diyar kir, “lêkolîn derbarê bûyerê de destpê kiriye.”

Peyamnêrê Rûdawê li Germiyanê, Helo Mihemed da xuyakirin, ew herdu Katyuşa di dema berbanga fitarê li nav Kifriyê ketine û destnîşan kir, roketek li nav taxa Îmam Mihemed û ya din jî li nav bazara Kifriyê ketiye xwarê.

Qaymeqamê Kifrî, Sîrwan Şukur ji Rûdawê re ragihand, wan gulleyên du katyuşayan dîtine, ku “yek ji wan li taxa Îmam Mihemed û ya din jî li nav bazarê bûye.”

Derbarê ziraran de, Qaymeqamê Kifriyê diyar kir, li gor zanyariyan ji ber ketina wan roketên katyuşayê “ti zirarên canî çênebûne” û got, “hêzên Asayiş û polîs gihîştine cihê bûyerê û lêkolîn derbarê bûyerê de destpê kiriye.”

Peyamnêrê Rûdawê li Germiyanê dibêje, dema roket li nav bajarokê Kifriyê ketine xwarê, êvarî û dema fitarê bûye.