Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Tirkiyê rêkeftina Şingalê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê civiyan û rêkeftina Şingalê yek ji mijarên civînê bû ku gotûbêj li ser hatin kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 18.04.2021, pêşwazî li Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatîh Yildiz kir ku heyama erka wî li Iraqê bi dawî tê.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî spasî û destxweşî li Balyozê Tirkiyê kir ji bo erk û xizmeta wî li Iraqê û “hewlên ji bo pêşxistina peywendiyên welatê xwe li gel Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kiriye, Balyozê Tirkiyê li gel spasî û pêzanînên xwe bo wê hevkarî û hemahengiya di heyama erkê wî de li gel aliyên peywendîdar ên Iraqê hatiye pêşkêşkirin, hêviya xwe derbirî ku peywendiyên Tirkiyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê li ser bingeha “rêz, berjewendiyên hevbeş û cîrantiya baş di her warî de” pêş ve biçin.

Rewşa herêmê bi giştî, rêkeftina Şingalê ya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ya Iraqê de û çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş bo herdu aliyan, hejmarek ji mijaran bûn ku di civînê de hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê di civînê de ku Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay jî, amade bû û Serokê Herêma Kurdistanê di erkê wî yê nû de serkeftin ji Fatîh Yildiz re xwest.