Zînî Wertê sêgoşeyeke nû ya pirsgirêkan
Roja 18.03.2020an, bi fermana Wezareta Pêşmerge, hêzeke lîwaya 7 a pîyade ya Soranê ku ji fewcek û hêzeke hevbeş a ser bi Wezareta Pêşmerge pêk tê û fermandeyê hêzê jî YNK ye, li Zînî Wertê hate bicihkirin, bi mebesta rêgirtin li hatina xelkê ji Rojhilatê Kurdistanê bi qacaxî bo Herêma Kurdistanê û rêgirtin li metirsiya koronayê.
Ew devera fewca hevbeş lê bicih bûye pêştir cihê hêzên Yekîneya 70î ya YNKê bû. Berî 10 rojan bi çûyina hêza Wezareta Pêşmerge, li ser daxwaza wezareta vala kirin.
YNKê nerazî ye ji çûna wê hêzê û dibêje Zînî Wertê sînorê YNKê ye û eger wezaret dixwaze pêşmergeyên wezaretê li wê deverê bicih bike, bila lîwaya 6 a piyade li wê derê bicih bike.
Mebesta YNKê ji wê yekê ew e ku fermandeya lîwaya 6 a YNKê ye û baregeha wê li Ranyê ye, her wek lîwaya 7 a PDKê ye. Têvî ku Mela Reşad fermandeyê wê fewcê ku birine Zînî Wertê û ew hêz jî ji pêşmergeyên herdu aliyan pêk hatiye, lê belê YNK lîwaya 7 weke lîwaya PDKê dibîne, ji ber ku fermandariya wê PDK dike.
Di dema çêbûna nîqaşan de YNKê hêza dijî terorê, bi tevger xist bo cihê firqeya kevn a Çarqurneyê li nêzîkî Kilkeya Kolîn û gotin divê ew fewca lîwaya 70 vekişe.
Di beramber de PDKê hêzeke Zêrevanî bir serbazgeha Bapiştiyan li nêzîkî bajarê Soranê. Di despêka hatina lîwaya 7, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ew fewca lîwaya 7 agahdar kiriye ku ew qebûl nakin hêz li Zînî Wertê hebe, ji ber ku rêya wan di navbera Dola Akoyan, Şawrê û quntara Qendîlê bi giştî dixe jêr metirsiyê.
Herwiha YNK hişyariyên xwe zêde kirin û roja 2ê Nîsanê 2020an hêza 122 a Yekîneya 70î a YNKê bire di navbera Serkepkan û Wertê. Niha konê xwe li wê derê vedaye û qereqola serdama hikşmeta Iraqê li wê derê nûjen kiriye ji bo hêzên xwe.
Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê ligel berpirsên YNK û PDKê axivî, ji hemû aliyan re ragihand ku ew hêz bi şêweyekî demkî bow ê navçeyê hate şandin û bi fermana Wezareta Pêşmerge çûye û bi fermana wan dê vegerin. Rewş hinek asayî bibû, lê belê paşê ji ber êrişên medyayî rewş aloz bûye.
PKKê 72 demjimêr bi herdu hêzan da, lê ew hêz venekişiyan û di encamê de 8ê Nîsana 2020an binkeke gerîlayan di navbera herdu hêzên fewca lîwaya 7 û hêza YNKê de danî. Paşê roja Çarşema 15ê Nîsana 2020an firokeyên Tirkiyê ew binkeya gerîlayan kir armanc.
Niha pirsgirêka herdu aliyan ligel PKKê maye û gerîla dibêjin li her hêzekê didin ku ji wê navçeyîê neçin. YNK dibêje divê fewca lîwaya 7 biçe.
PDKê ti hêzek nebiriye Zînî Wertê lêbelê li ser bazgeha Bapiştiyan hêz zêde kirine, hêzên asayişê li Wertê her hebûne berî çûna wê hêzê ku ew jî ser bi asayişa Soranê ne. Herwiha YNK ji aliyê Serkepkanê ve hêz aniye wê navçeyê.
Li gor raportên medyayî û daxuyaniyên berpirsên hikumî li Ranyeyê ev heyamek bû di dema belavbûna vîrusa koronayê de hinek kes ji Rojhilatê Kurdistanê li wê navçeyê bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê dibûn, her çiqas PKKê ragihandibû rê li hatina xelkê digire piştî ew hêza lîwaya 7 a Wezareta Pêşmerge bo navçeyê hat şandin ji ber ku hatina xelkê di rewşê de ji Rojhilatê Kurdistanê ve bi metirsî dihat dîtin ji ber belavbûna koronayê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê.