ROJAVA – Nirxê xurek û kelûpelan roj bi roj bilind dibe

18-04-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Li Rojavayê Kurdistanê nirxê xurek û kelûpelan roj bi roj bilind dibe
Li Rojavayê Kurdistanê nirxê xurek û kelûpelan roj bi roj bilind dibe
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qedexeya hatinûçûnê Rêveberiya Xweser Firoşyar
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê nirxê xurek û kelûpelan roj bi roj bilind dibe. Rewşa xelkê jî ji ber rêkarên taybet ên girêdayê koronayê xirabtir bûye. Dukandarên ku jiyana wan li ser dahata rojane ye, karên xwe ji dest dane û gazindan dikin.

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber qedexeya hatinûçûnê û rêkarên taybet bi vîrusa koronayê, nirxê kelûpelan gelek bilind bûye ku yek ji wan jî hêk e. Li Rojava niha sepetek hêz bûye 2800 lîreyan ku berê 1300 lîre bû.

Ebdulkerîm Ehmed ê karker ku karê wî ji ber qedexeya hatinûçûnê rawestiyaye, li tiştekî erzan digere, lê hesabê wî û sûkê li hev derneket.

Ebdulkerîm Ehmed, dibêje, “Karê tevaya xelkê sekiniye û nirx bûhane, bazirgan wilo dikin, rêveberî dişopîne lê bazirgan weke xwe dikin.”

Kîloyek tematim bi 500 lîreyan bû, niha ew jî bûye bi 800. Beşê temwîn û parastina welatiyan, bi ser dûkanan de digere.Heta niha 8 dukan hatine girtin û 11 kes hatine sizadan ku sizaiyên wan ji 5 heya 25 hezar lîreyane.

Mafê firoşiyaran e ji sedî tenê 15 fêdeya xwe bavêjin ser, lê ew dibêjin ku bazirgan bûha madeyan derbasî Rojava dikin.

Firoşiyar Ebdulezîz Seyid Îsa jî dibêje, “Tematim me cimleya wan bi 650 kirî û bi 750 firot, lê temwînê got divê hûn bidin bi 500 me got çawa emê xwe bixesirînin.”

Qedexeya ku rê li ber hatina vayrosa Korona digre , rûyekî wî yê din heye, rawestandina karê rojane û bûhabûna nirxan, jiyane welatiyan asteng kiriye.

Desteya temwînê ya girêdayî Rêveberiya Xweser, niha bi awayekî rojane lîstekê ji nirxê kelûpelên sereke derdixîne û daxwaz ji tevaya aliyan dike, pabend bin.

Ebdulbast Kutê, rêveberê temwînê, dibêje, “Fêda bazirgan û fêdeya firoşiyar jî em li ber çavan derbas dikin û em nirxan belav dikin, fatoreyên wan nerastin, sizayê temwínê wê giran bin.”

Ji dema destpêkirina qedexeyî ji 23 meha derbasbûyî ve, ji bo sivikkirina barê hejaran, Rêveberiya Xweser 10 hezar seleyên xwarinê li bajarê qamişlo belav kirin ku her yek ji wan bi birê 70 dolarê emrîkî xwarinê têde hebûn.

Lê ev wek agirbesteke demkî bû, cenga di navbera bazirgan û welatiyan de, hîn li dare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst