Malbata Recep Hantaş derbarê polîsên gumanbar de doz vekir

18-04-2019
RÛDAW
Nîşan Recep Hantaş Malbat Polîs Gumanbar Doz
A+ A-

Navenda Nûçeyan- Malbata Recep Hantaş ku li Amedê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, derbarê polîsên gumanbar de li Serdozgeriya Komarî doz vekir. Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan jî ragihand ku "delîlên berbiçav hene ku hatiye înfazkirin".

 

Li navenda bajarê Amedê roja 14ê Nîsanê li derdora Sumerparkê welatiyê bi navê Recep Hantaş bi gulleyên polîsan jiyana xwe ji dest da.

 

Cenazeyê Recep Hantaş li jêr dorpêça polîsan, tenê ji aliyê endamên malbatê ve hat veşartin.

 

Li ser lêpirsîna derbarê bûyerê de ji du polîsan yek hat girtin û yek jî bi mercê kontrola dadî hat berdan.

 

Piştî van bûyeran malbata Recep Hantaş, serî li Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan da û daxwaza alîkariyê kir.

 

Herwiha malbata Recep Hantaş li Serdozgeriya Komarî ya Amedê derbarê polîsên gumanbar de doz vekir.

 

Birayê Recep Hantaş, Efe Hantaş diyar ku ew dê li pey vê mijarê biçin û dest ji têkoşîna hiqûqê bernedin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst