Almanya: Tirkiye îdamê bîne, endambûna wê ya YEyê dibe xeyal

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel got, heger Tirkiyê cezayê îdamê dîsa vegerîne, xeyalê wê ya endambûna Yekîtiya Ewropayê dê bidawî bibe.

 

 

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ji rojnameya Bildê re encamên referandumê dê çi bandorê li ser peywendiyên Tirkiyê yên bi Yekîtiya Ewropa û NATOyê re bike nirxand.


Sigmar Gabriel got heger cezayê îdamê dîsa bê Tirkiyê, wê deme dê xeyalê wê ya endambûna Yekîtiya Ewropayê nemîne.


Gabriel wiha got: “Em nizanin Erdogan di rastiyê de çi dixwaze. Gelo dixwazze Tirkiyê ji Ewropa û welatên rojavayê dûr bixe? An jî di pêvajoya hilbijartinan de pê hêsa ku Ewropa  û nirxên Yekîtiya Ewropayê ji bo pêşketina aborî û civaka wê girîng e.”