Şandeke PDK-Sê ligel Ebdilhemîd Hec Derwîş civiya


Hewlêr (Rûdaw)- Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) serdana bajarê Silêmaniyê kir û ligel sekreterê Partiya Demokrara Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) civiya, lê wê şandê serdana berpirsên YNKê nekir.

Îro şandeke PDK-Sê ku ji sekreterê wê partiyê Siûd Mela û endamên polîtbîroyê Ebdilbasit Hemo, Beşar Emîn, Mihemed Îsmaîl û Ebdilkerîm Mihemed pêk tê, serdana bajarê Silêmaniyê kir û ligel sekreterê PDPKSê Ebdilhemîd Hec Derwîş civiya.

Endamê polîtbîroya PDK-Sê Ebdilkerîm Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku “serdana wan serdanke dostane bû û armanc jê bihêzkirina têkiliyên navbera PDK-Sê û PDPKSê û herwiha aktîvkirina karên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bû.

Mihemed diyar kir ku di civînê de her du aliyan tekîd li ser aktîvkirina rola ENKSê li Rojavayê Kurdistanê kir ku heta niha nikariye kongreya xwe li dar bixe.

Di vê serdanê de şanda PDK-Sê ne ligel berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û ne jî ligel hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Mislim ku ev çend rojin bi serdanekê li bajarê Silêmaniyê ye, civiya.