Girtiyê siyasî yê Kurd Simko Xorşîdî hat bidarvekirin

18-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Girtiyekî siyasî yê Kurd bi tometa “endamê partiyeke kurdî ye ku dijatiya Xweda dike” li Kirmaşanê hat bidarvekirin û Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê bidarvekirina 60 girtiyên siyasî û olî yên Kurd de hişyariyê dide.

Simko Xorşîdî duh sibehê li zindana Dîzêl li Kirmaşanê hat bidarvekirin û bi gotina çavdêrn mafên mirovan ên Kurdistanê, heta niha malbata wî cenazeyê kurê xwe wernegirtiye.

Simko ku xelkê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di 28ê adara 2013an de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên bajarê Tehranê ve hat girtin. Bi gotina çalakvanên mafên mirovan, hêzên ewlekariyê di dema girtinê de teqe lê kirin û ew bi birîndarî girtin.

Simko Xorşîdî piştî ku çend mehan di zindana îstixbarata bajarê Sine de bû, ew veguhestin zindana Seqizê û di nîsana 2012an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Seqizê ve bi tomete “endamê partiyeke kurdî ye ku dijatiya Xweda dike” cezayê bidarvekirinê lê hat birrîn.

Ji aliyê xwe ve Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ku navenda wê ya sereke li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye, derbarê cezayê bidarvekirina 60 girtiyên siyasî û olî yên Kurd de hişyarî da û bang li rêxistinên navdewletî kir ku derbarê vê yekê de bêdeng nemînin û gavên bilez bavêjin.

Heftiya borî dîwana bilind a Îranê cezayê bidarvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Ebdullahî pesend kir. Ebdullahî ji aliyê şaxê yekem  ê dadgeha Mehabadê bi tometa “endamê partiyeke kurdî ya neyarê Komara Îsalmî” ye cezayê bidarvekirinê lê hat birrîn.

Mihemed Ebdullahî yê 33 sal, xelkê bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê ye û di 24ê cotmeha 2010an de bi guleyên hêzên ewlekariyê yên bajarê Mehabadê hat birîndarkirin û piştî ku li nexweşxaneyeke leşkerî ya Ormiyê hat dermankirin, ew birin zindana Supayê Pasdaran li Ormiyê û piştî lêkolînê ew veguhestin zindana Mehabadê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst