Li Dêrsîmê du bîraxane bi molotofan hatin şewitandin

 

Dêrsîm (Rûdaw)- Li navenda bajarê Dêrsîmê piştî xwepêşandan û daxuyaniya komeke girseyî ya gêncan, bîraxaneyên ku jinên garson dixebitînin bi molotofan hatin şewitandin.

Şeva borî Civata Gêncên Dêrsîmê ya BDPê ku li Kolana Hunerê li hev civiyan, di bin navê pankarta ‘Em ê Rê Nedin Mêtingeriyê û Têkçûna Nirxên Me yên Rewiştî û Pîroz’ heta Meydana Seyîd Riza xwepêşandanek saz kirin. Piştî xwepêşandanê li meydanê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Li Dêrsîmê êrîşên li dijî civakê, bi navgînên şerê taybet ên wekî laşfiroşî û sîxurkirinê tên berdewamkirin”.

Girseyê li dijî bîraxaneyên ku garsonên jin didin xebitandin, dirûşm berz kirin. Piştî daxuyaniya ku tê de dihat gotin ku ‘dê li hemberî ti êrîşekê bêdeng nemînin’; gêncên rûyên wan nuxumandî bi kevir û molotofan êrîşî bîraxaneyan kir.

Piştî şewitandina du bîraxaneyan, çalakvan rastî mudaxeleya bi ava şid û gaza îsotî ya polîsan hat.

Di encama molotofên çalakvanan de 2 bîraxaneyên ku jinên garson dixebitînin agir pê ketin. Bîraxaneyên ku agir pê ketin, pêş mudaxeleya agirkujê wesayîtên bi zirx (TOMA) şewata bîraxaneya yek bi temamî ya din jî beşekê şewateya wê vemirand.

Di dirêjiya daxuyaniya çalakvanan de dihat îdîakirin ku “bîraxaneyên garsonên jin dixebitînin, di bin navê garsoniyê de laşfiroşiya wan jinan dikin”.

Pevçûnên di navbera polîs û çalakvanan de heta nîvê şevê li nav kûçeyên ku rêyên wan derdikevin ser Kolana Cûmhûriyetê berdewam kir.