Galeriya wêneyan

Duh li 10:08
20 Photos
Murat Bulut

Li navenda bajarê Agiriya Bakurê Kurdistanê Newroz bi beşdariya hezaran kesan hat pîrozkirin.

Xelkê bi cil û bergên xwe yên Kurdî reng da pîrozbahiyê.

Endama Komîteya Birêvebir a Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Muazzez Orhan û Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Agiriyê Sirri Sakik jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Sirri Sakik bal kişand ser bangewaziya 27ê Sibatê ya rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin.

Sirri Sakik ji Rûdawê re axivî û got:

“Newroz li Kurdan, li dostên Kurdan û kesên ku bi Newrozê bawer dikin pîroz be.”

Sakik derbarê pêvajoya nû jî axivî û anî ziman:

“Gelê me ji ber van hewldanên aştiyê gelekî kêfxweş e lê hinek şik û guman hene.

Ez bawer dikim piştî Newrozê dê hinek tişt zelal bibin.”

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermend Jehrmar û govend û dîlanan bi dawî bû.