Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê sersala nû ya Kurdî ango Cejna Newrozê bi kêf û şahiyeke mezin hat pîrozkirin.
Li gundê Kosekerêzî yê navçeya Şarwêranê yê Mehabatê doh aheng û şahiya Newrozê hatin lidarxistin.
Bi hezaran kes beşdarî rêûresmên pêşwaziya serê sala nû ya Kurdî bûn.
Beşdarê Newrozê Mihemed Îbrahîm Nejad hestên xwe wiha anî ziman:
"Ji tevahiya Kurdistanê gelek kes hatine ji bo beşdarî vê rêûresmê bibin. Rêûresmeke gelekî xweşik û ciyawaz a resenetiya bav û galên me ye.
Li gelek navçeyên Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hate pêxistin û welatî bi coş û peroş bi cil û bergên Kurdî tê de beşdar bûn.
Welatiyê bi navê Mihyedîn kêfweş û hêviyên xwe wiha derbirî, "Newroz Newrozeke Kurdewarî ye, bi hemû Kurdan xweş e ku saleke xweş û bi bereket bê pêşiya wan."
Welatî Karwan Usmanî jî got, "Hêviya min ew e ku saleke gelekî xweş be ji bo hemû miletê bi şeref ê Kurd."
Di rêwresmên Newroza Rojhilatê Kurdistanê de, pîr û genc, jin û mêr, keç û xort bi hev re beşdarî Newrozê dibin û aheng digerin.
Tê çaverêkirin ku li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê heta roja Newrozê şahî û pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse