Colemêrg (Rûdaw) - Ji bo pîrozbahiyên Newrozê li Colemergê xelk li qada Newrozê kom bû. Di şahiyê de alayên Kurdistanê hatin bilindkirin.
Parlementerê DEM Partiyê Sirri Sakik axivî û ji xelkê Colemergê xwest ku di hilbijartinên 31ê Adarê de piştgiriyê bidin namzedên DEM Partiyê.
Li qada Newrozê ya Colemêrgê xelk ji bo pîrozbahiyê kom bû û pîrozbahî di bin siya keşûhewaya bangeşeya hilbijartinan de hat kirin.
"Hûn serên çemandî nabînin"
Parlementerê DEM Partiyê Sirri Sakik bangî Hikûmeta Tirkiyeyê kir û got, “Li Colemêrgê hûn dibe ku serên birî bibînin lê hûn serên çemandî nabînin.”
Parlementerê DEM Partiyê Sirri Sakik behsa Newrozê kir û anî ziman:
“Îsal Newroz û hilbijartin bi hev re ne, Newroz agirê azadiyê ye.
Tevî hemû zilm û zordestiya heyî hezar sal e em agirê Newrozê geş dikin, îro jî xelkê Colemêrgê careke din agirê Newrozê geş kir.”
Pîrozbahiyên Newrozê ji bo namzedên DEM Partiyê yên Şaredariya Colemêrgê jî bû derfet ku ew daxwaza piştgiriyê ji bo hilbijartinên 31ê Adarê bikin.
“Em dê her dem xizmeta gelê xwe bikin”
Namzedê DEM Partiyê yê Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş got:
“Wekî tê zanîn em berdewam di nav gelê xwe de digerin.
Gelê me jî xwedî li namzedên xwe derdikeve, em jî dê her dem xizmeta gelê xwe bikin.”
Xelkê Colemêrgê jî bi cil û bergên xwe yên neteweyî û Alaya Kurdistanê qada Newrozê xemilan û peyama wan jî biratî û yekîtiya Kurdan bû.
Rêveberê DEM Partiyê yê Colemêrgê Şeban Ertuşî jî da zanîn:
“Colemêrg keleha berxwedanê ye û xwedî îrade ye, gelê Colemêrgê gelekî qedîm e.
Roja 31ê Adarê Colemêrg dê qeyûman bişîne, me gelekî ji destê qeyûman kişandiye.
Colemêrg dê xwedî li soz û peymana xwe derkeve û bi rêjeya ji sedî 70yî dê qeyûman bişîne.”
Li navçeyên parêzgeha Colemêrgê jî li Geverê 20ê mehê, li Şemzînanê 23yê mehê, li Çelê jî 24ê mehê dê Newroz were pîrozkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse