Li bakurê welêt Newroz û berf bi hev re hatin

18-03-2024
RÛDAW
Nîşan Newroz Berf Adar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Qers, Colemêrg, Erzirom û Erdexanê barîna berfê berdewam e û bi şevan pileya germahiyê dadikeve bin sifirê.

Di meha adarê de ku meha destpêka biharê û Newrozê ye li çend parêzgehan sir û seqem berdewam e.

Li gorî amarên Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, şeva borî li Erziromê pileya germahiyê daketiye 3 pileyan bin sifirê.

Herwiha li parêzgeha Qersê jî sitûriya berfê gihiştiye nêzîkî 10 santîmetreyan û ji ber rewşa keşûhewayê li ser rêyên Qers û Îdirê û Qers û Erdexanê çûn û hatin zehmet bûye.

Bi heman awayî li parêzgeha Erdexanê jî ji şeva borî ve berf dibare û ji ber sir û seqemê rêyên bajêr qeşa girtiye.

Hat ragihandin ku tîmên paqijkirina berfê li ser rêyên qeşagirtî xwê dirêşînin.

Li Colemêrgê jî barîna berfê dest pê kiriye.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, doh hişyarî dabû ku dê li 10 parêzgehan berf û baran bibare û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst