UNAMI: Gelekî pêwîst e ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê 10ê Hezîranê werin kirin

18-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê UNAMI PDK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - UNAMIyê derbarê biryara PDKê ya boykotkirinê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got, "Gelekî pêwîst e ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê 10ê Hezîranê werin kirin."

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro diyar kir ku wan piştî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ev biryar daye ku ew beşdarî hilbijartinan nabin ku bi awayekî neyasayî hatine ferzkirin.

Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) li ser hesabê xwe yê Xê derbarê biryara Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya beşdarnebûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir.

“Ber bi çareseriyê ve biçin ne ber bi xitimandineke din a dirêj ve”

UNAMIyê di peyama xwe de got, “Têbîniya me li ser biryara îro ya PDKyê heye, herwekî ku meha borî têbîniya me li ser biryara Dadgeha Federal jî hebû.

Em ji hemû aliyan dixwazin ku li gorî berjewendiyên gel tevbigerin û ber bi çareseriyê ve biçin ne ber bi xitimandineke din a dirêj ve.

Gelekî pêwîst e ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê 10ê Hezîranê werin kirin.”

Biryara PDKyê

Polîtbûroya PDKyê îro bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî civiya û piştî civînê PDKyê di daxuyaniyekê de biryara boykotkirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê da.

Herwiha PDKyê di daxuyniyê de gotibû, “Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”

15 partiyên Mesîhiyan û 10 partiyên Tirkmenan jî biryara boykotê dabû

Di hilbijartinên herî dawî de PDK bi jimareya 183 beşdarî hilbijartinan bû û 688 hezar deng  stendin û li Parlamentoya Kurdistanê jî 45 kursî bi dest xistin û bû partiye yekem.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 21 kursiyên parlamentoya Kurdistanê bi des xistin û bû partiya duyem.

Biryar e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 10ê Hezîranê de bi rê ve biçin.

Cara yekem e di vê hilbijartinê de kotaya kursiyên pêkhateyan dê nebe ku di kotayê de Mesîhî xwedî 5 kursî, Tirkmen 5 kursî û Ermenî jî xwedî kursiyekê bûn.

Lê belê di 21ê Adarê de Dadgeha Federal a Îraqê biryara hilweşandina kursiyên pêkhateyan da.

Li aliyê din 15 partiyên Mesîhiyan di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew li dijî wê biryara Dadgeha Federal a Îraqê ne û dê beşdarî hilbijartinan nebin.

Li gel Mesîhiyan 12ê Adarê 10 partiyên siyasî yên Tirkmenanan di daxuyaniyekê de ragihandibû heta ew biryara Dadgeha Federal neyê hilweşandin dê beşdarî hilbijartinan nebin û boykot bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst