RAPIRSÎ – Li Amedê kîjan partî li pêş e?

18-03-2024
Nîşan Amed Rapirsî DEM Partî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a ADAyê, li Amedê rêjeya dengên DEM Partiyê ji sedî 59,8 e û rêjeya dengên AK Partiyê ji sed3i 28,2 ye.

Her ku hilbijartinên 31ê Adarê nêzîk dibin hejmara rapirsiyan jî zêde dibe.

Kompanyaya Lêkolînan a ADAyê li Amedê di navbera 1-15ê Adarê de bi beşdariya hezar û 500 kesî rapirsiyek kir.

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin hebe hûn dê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dengê xwe bidin kîjan berbijêrî?” hat kirin.

Li gorî bersivan rêjeya dengên berbijêran wiha ne:

Serra Bucak - DEM Partî: Ji sedî 59,8

Mehmet Halîs Bîlden - AK Partî: Ji sedî 28,2

Cafer Pekdemîr - CHP: Ji sedî 3,8

Hîkmet Kaplan – Yenîden Refah: Ji sedî 2,4

Di hilbijartinên Adara 2019an de HDP li Amedê bi rêjeya ji sedî 62,93 bi ser ketibû û AK Partiyê jî ji sedî 30,99ê dengan wergirtibû.

Piştî hilbijartinan bi demekê, hikûmetê qeyûm danîbûn ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên 13 navçeyên Amedê yên di destê HDPyê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst