Namzedê CHPyê yê Şaredariya Semsûrê: Ez dê bibim şaredarê Kurd û Tirkan

18-03-2024
RÛDAW
Abdurrahman Tutdere li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî
Abdurrahman Tutdere li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî
Nîşan Abdurrahman Tutdere Semsûr Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Abdurrahman Tutdere got, “Em dê bibin serokşaredarê her kesî, tevî Kurd û Tirkan. Lewra em hemûyan nas dikin û em hemû kesên niştecihê vî bajarî himbêz dikin.”

Namzedê CHPyê yê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Semsûrê ya giştî 604 hezar û 978 e.

Nifûsa navenda Semsûrê jî 284 hezar û 839 e.

Semsûrê di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de xisareke gelekî mezin dît.

Li gorî amarên fermî, hezar û 485 avahî ji binî rûxiyan. Xisar gihişt 68 hezar avahiyan û divê 6 hezarên wan bên rûxandin.

Dîsa li gorî amarên fermî, 8 hezar û 387 kesan canê xwe ji dest da lê xelkê bajêr dibêje ku xisar gelekî zêdetir e û hejmara miriyan jî rast nehatiye ragihandin.

Vê dema ku hîn şopên erdhejê li ser bedena vî bajarê Bakurê Kurdistanê gelekî zindî û berbiçav in, girîngiya hilbijartinên şaredariyan jî zêdetir dibe.

Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de AK Partî bi rêjeya ji sedî 53,22yan bûbû partiya yekem.

Partiya Saadetê bi rêjeya ji sedî ji sedî 28,12an di rêza duyem de cihê xwe girtibû.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Semsûrê Turkan Erkenek û Mehmet Bahattîn Bîlgîn kirin namzed.

Namzedê CHPyê yê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Me tîmeke baş ava kiriye”

Abdurrahman Tutdere da zanîn ku ew bi awayekî berfireh bangeşeyên xwe yên hilbijartinê berdewam dikin û got:

“Dengder jî bi coş berê xwe didin me. Ji bo rakirina vî bajarê di erdhejê de hilweşiya, me tîmeke baş ji endazyar, jinan û kesên şareza pêk aniye.

Ez ji bo serokatiya şaredariyê namzedekî xwedî rabirdûyeke baş im. Herwiha ev du serdem in ez parlamenter im.

Ez ji nêzîk ve vî bajarî nas dikim û dizanim pirsgirêkên wî çi ne. Lewre em baş dikarin pirsgirêkên wî bajarî çareser bikin.

Em diçin her cihekî, xelk ji hezkirinê himbêza xwe ji me re vedike.”

“Ez namzedê hevbendiya bajar im”

Abdurrahman Tutdere amaje bi wê yekê kir ku ew namzedê çend aliyên siyasî ye û got:

“Ez li Semsûrê namzedê hemû aliyan im, namzedê hevbendiya bajar im.

Lewra bi piştevaniya Xwedê, em dê 31ê vê mehê serkeftinê bi dest bixin.

Heta nih me piraniya bajêr ziyaret kiriye û di wan çend rojên bê de jî em dê biçin serdana wan navçeyên mayî û li wan deran jî em dê bangeşeyên xwe bikin.”

“Ev ne meseleya partiyetiyê ye”

Abdurrahman Tutdere got ku îro li Semsûrê demeke pir guncaw e ji bo guherinê û wiha domand:

“Rast e di hilbijartinên berê de AK Partî li vir bihêz bûye lê belê êdî xelkê Semsûrê dizane, Serokê Şaredariyê ji bo şaredariya wan gelekî giring e, bi taybet ku erhejeke mezin li vî bajarî çêbûye.

Lewre pêdiviya wan bi şaredarekî bihêz e.

Ji bo me jî xizmetkirina xelkê Semsûrê mijareke girêdayî partiyetiyê nîne lê ji bo me mijareke ku pêwendî bi hezkirina me ji vî bajarî re heye.

Lewre jî xelkê bajêr jî dizanin êdî dema kesekî ji bo serokatiya şaredariyê hildibijêrin, bi berçavka partayetiyê hilnabijêrin.

Ji ber wê jî wekî em dibînin, dengekekî zêde li dora me kom bûye, ew deng jî yekgirtî û bihêz in ji bo pêkanîna guherinê li bajêr, her wekî ku me jî ji hemû bîr û reng û aliyan, kesên behremend li derdora xwe kom kirine.”

“Divê xizmet bigihêje hemû kesan”

Abdurrahman Tutdere herwiha diyar kir ku Semsûr bajarekî wisa ye ku gelek reng û çandên cuda lê hene û got:

“Divê bi rêya xizmetguzariyên şaredariyê, hêsankarî bo xelkê bê kirin û bi awayekî wekhev sûd bigihe hemûyan. Me jî ji bo wê sîstemek daniye.

Lewre jî em dikarin tev de bajarê xwe bi rê ve bibin.

Çimku şaredariya Semsûrê şaredariya aliyekî nîne lê belê şaredariya xelkê vî bajarî ye.

Wekî kêliyeke berî niha ku min got, ev hilbijartina şaredariyê ye û li şûna ku bi çavê partiyetiyê em lê binêrin, divê em bi çavekî xizmetguzarî lê binêrin.

Lewre em dê bibin serokşaredarê her kesî, tevî Kurd û Tirkan.

Lewre em hemûyan nas dikin û em hemû kesên niştecihê vî bajarî himbêz dikin.

Lewre jî çawa di serdema parlamenteriyê de nûnerê hemû xelkê bûm, niha jî eger em bên hilbijartin, înşallah em dê bibin serokê hemû aliyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst