Namzedê Partiya Saadetê yê Semsûrê: Me dixwest em tifaqekê bikin lê mixalefetê nexwest

18-03-2024
RÛDAW
Namzedê Partiya Saadetê yê Şaredariya Semsûrê Haşîm Asnuk
Namzedê Partiya Saadetê yê Şaredariya Semsûrê Haşîm Asnuk
Nîşan Semsûr Partiya Saadetê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Haşîm Asnuk got, “Di hilbijartinên berê de dema em diçûn cem esnafan û digeriyan milet ji AK Partiyê hez dikir lê niha dema em diçin taxan û li ser esnafan digerin em dîbinin ku ew dixwazin êdî guherînek çê bibe.”

Namzedê Partiya Saadetê yê Şaredariya Semsûrê Haşîm Asnuk li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Semsûrê ya giştî 604 hezar û 978 e.

Nifûsa navenda Semsûrê jî 284 hezar û 839 e.

Semsûrê di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de xisareke gelekî mezin dît.

Li gorî amarên fermî, hezar û 485 avahî ji binî rûxiyan. Xisar gihişt 68 hezar avahiyan û divê 6 hezarên wan bên rûxandin.

Dîsa li gorî amarên fermî, 8 hezar û 387 kesan canê xwe ji dest da lê xelkê bajêr dibêje ku xisar gelekî zêdetir e û hejmara miriyan jî rast nehatiye ragihandin.

Vê dema ku hîn şopên erdhejê li ser bedena vî bajarê Bakurê Kurdistanê gelekî zindî û berbiçav in, girîngiya hilbijartinên şaredariyan jî zêdetir dibe.

Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de AK Partî bi rêjeya ji sedî 53,22yan bûbû partiya yekem.

Partiya Saadetê bi rêjeya ji sedî ji sedî 28,12an di rêza duyem de cihê xwe girtibû.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Semsûrê Turkan Erkenek û Mehmet Bahattîn Bîlgîn kirin namzed.

Partiya Saadetê Haşîm Asnuk ji bo serokatiya şaredariyê kir namzed.

Namzedê Partiya Saadetê yê Şaredariya Semsûrê Haşîm Asnuk bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Me dixwest em tifaqekê bikin”

Haşîm Asnuk li ser rewşa xebatên hilbijartinan got:

“Ji ber Remezanê xebat hinekî hêdî bi rê ve diçin, milet bi rojî ye lê wekî Partiya Saadetê em xebatên xwe dimeşînin. Li gorî hilbijartinên berê ev rihettir e, ji ber ku berteka milet a li AK Partiyê zêdetir e.

Di hilbijartinên berê de dema em diçûn cem esnafan û digeriyan milet ji AK Partiyê hez dikir lê niha dema em diçin taxan û li ser esnafan digerin em dîbinin ku ew dixwazin êdî guherînek çê bibe.

Ji ber wê karê me hêsantir e û em jî karê xwe dikin. Înşalah dê bihar bi serkeftina me were.”

“Karê AK Partiyê reklam e”

Asnuk li ser nebûna tifaqa di navbera partiyên mixalefetê de jî got:

“Di hilbijartinên berî vê de ji bilî DEM Partiyê me û partiyên tifaqek kir. DEMê jî di hilbijartinên serokkomariyê de piştgirî da.

Wekî Partiya Saadetê her çiqas me dixwest em tifaqekê jî bikin lê di nav mixalefetê de jî hinek hebûn ku dixwestin tifaqek nebe.

Nêzîkî 2 mehan di navbera serokên şaxan û parlamenterên mixalefetê de hevdîtinên tifaqekê berdewam kir lê paşê me fem kir ku çiqasî em hez dikin tifaq bibe hinek jî dixwazin tifaqek nebe. Ji ber wê her partiyê namzedê xwe derxist.”

Alîgirekî Partiya Saadetê jî li ser hilbijartinan got:

“Partiya Saadetê bi kok e dê xizmetê bike. Karê AK Partiyê reklam e, ji milet re naxebite.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst