Li Semsûrê projeyên DEM Partiyê çi ne?

18-03-2024
RÛDAW
Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Semsûrê Mehmet Bahattîn Bîlgîn
Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Semsûrê Mehmet Bahattîn Bîlgîn
Nîşan Semsûr DEM Partî Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mehmet Bahattîn Bîlgîn got, “Em dixwazin li her taxekê Mala Gel çêbikin ku dê di nav de pirtûkxane û şano.”

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Semsûrê Mehmet Bahattîn Bîlgîn li ser hilbijartinên xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Semsûrê ya giştî 604 hezar û 978 e.

Nifûsa navenda Semsûrê jî 284 hezar û 839 e.

Semsûrê di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de xisareke gelekî mezin dît.

Li gorî amarên fermî, hezar û 485 avahî ji binî rûxiyan. Xisar gihişt 68 hezar avahiyan û divê 6 hezarên wan bên rûxandin.

Dîsa li gorî amarên fermî,  8 hezar û 387 kesan canê xwe ji dest da lê xelkê bajêr dibêje ku xisar gelekî zêdetir e û hejmara miriyan jî rast nehatiye ragihandin.

Vê dema ku hîn şopên erdhejê li ser bedena vî bajarê Bakurê Kurdistanê gelekî zindî û berbiçav in, girîngiya hilbijartinên şaredariyan jî zêdetir dibe.

Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de AK Partî bi rêjeya ji sedî 53,22yan bûbû partiya yekem.

Partiya Saadetê bi rêjeya ji sedî ji sedî 28,12an di rêza duyem de cihê xwe girtibû.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Semsûrê Turkan Erkenek û Mehmet Bahattîn Bîlgîn kirin namzed.

Partiya Saadetê Haşîm Asnuk ji bo serokatiya şaredariyê kir namzed.

Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Semsûrê Mehmet Bahattîn Bîlgîn bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Em dixwazin li her taxê Mala Gel çêbikin”

Mehmet Bahattîn Bîlgîn diyar kir ku li Semsûrê karekî giran li hêviya wan e û got:

“Ji ber ku erdhejê gelek avahî hilweşandin dê proje û xebatên me ji bo wê hebin.

Kanalên avê xirab bûne ji bo ku milet ava pak vexwe em dê wan çêbikin.

Herwiha ava gemarî dirije bendavê, sîstema parzûnkirinê ya ku Ewropayê çêkiriye nayê xebitandin.

Divê ava pak birije Ferêt (çem). Bila erdên me, ava me gemarî nebin, ji bo wê em dê karekî bikin.”

Bîlgîn li ser projeyên xwe jî axivî û got:

“Em dixwazin li her taxekê Mala Gel çê bikin ku dê di nav de pirtûkxane û şano hebin û ciwan biçin li wan deran dema xwe derbas bikin.

Dema em çênekin ciwanên me dikevin rêyên xirab, madeyên hişbir bi kar tînin.

Divê em xebatekê bikin ku ciwanên me li çand û zimanê xwedî derkevin ku asîmîlasyoneke zêde li ser me heye.

Li dibistanan perwerdeya bi zimanê Kurdî nîne, em dê ji bo wê jî têbikoşin.”

Bîlgîn li ser îhtimala serkeftina di hilbijartinan de jî da zanîn:

“Sê sal in şaredariya Adiyemanê di destê AKPyê de ye lê ti karekî baş ê ku kiribe nîne.

Rêyên me tev xirab in, ti bername û planeke wan a baş nîne. Ji ber wê êdî milet wan naxwaze û dibêjin bila ew herin.”

“Em dê di kreşan de zimanê Kurdî fêrî zarokan bikin”

Bîlgîn li ser nebûna tifaqê ya di navbera partiyên opozîsyonê de jî got:

“Tifaq nîne ji ber ku di siyasetê de 2 caran 2 nake 4. Me berê tifaq kir lê me zerer jê dît.

Miletê me dibêje serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Însanên me dibêjin em partiyeke cuda ne, em ne di nav partiyên din de ne, ne em piştgiriya wan bikin ne jî bibin dijmin.”

Bîlgîn diyar kir ku ji bo zimanê Kurdî ew dê kreşan vekin û anî ziman:

“Em dê di kreşan de zimanê Kurdî fêrî wan zarokên biçûk ên ku naçin dibistanê bikin.

Jinên ku dixebitin dê zarokên wan werin kreşan û li wir hem fêrî zimanê xwe bibin hem jî fêrî çanda xwe bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst