Gelo ‘mizginiya Murat Karayilan’ çi ye?

18-03-2024
Abdulselam Akinci
Nîşan Alî Bayramoglu Murat Karayilan Mizgînî PKK
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Rojnameger û nivîskar Alî Bayramoglu li ser mizginiya Murat Karayilan axivî.

Konferansa Aştî û Çareseriya Pirsa Kurd, li Amedê berdewam dike.

Yek ji beşdarên konferansê rojnameger û nivîskar Rojnameger û nivîskar Alî Bayramoglu bû.

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan 15ê vê mehê gotibû, “Wekî rêveberiya tevgera me, vê Newrozê, di nava çend rojên pêş de em dê mizgîniyekê bidin gelê xwe.”

Piştî van gotinên Karayilan gelek kesan anîzbû zimên ku “Dibe PKK çekan dayne” yan jî “Agirbestê ragihîne.”

Alî Bayramoglu da zanîn ku niha egera agirbesegerekê dûr e dibe ku ev mizgînî “zêdekirina têkoşînê” yan jî “gavên ji bo yekîtiya Kurdan” bin.

“Şert û mercên aştiyê nînin û ev tenê xeyalek e”

Alî Bayramoglu destnîşan kir, “Qendîl agirbestê wekî mizgîniyekê ranagihîne” û pê de çû?

“PKK nabêje ez dê çekan jî daynim. Ku vê bêje jî wekî mizgîniyekê nade.

Ez texmîn dikim ku xebera zêdekirina têkoşînê were.

Li gorî min, niha şert û mercên aştiyê nînin û ev tenê xeyalek e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst