Nêçîrvan Barzanî: Pêngavên niha yên hikûmeta Iraqê cihê hêvî û kêfxweşiyê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Îtalyayê Iraqê kir û ragihand ku, di peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de atmosfereke erênî ava bûye û got "Pêngavên ku hikûmeta federal a Iraqê heta niha avêtine cihê hêvî û kêfxweşiyê ye."

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalyayê Iraqê Maurizio Greganti kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, her du aliyan behsa pêwendiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Îtalya, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya Îtalya bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û got, ji bo çareserkirina pirsgirêkan di navbera Bexda û Hewlêrê de atmosfereke erênî ava bûye û got "Pêngavên ku hikûmeta federal a Iraqê heta niha avêtine cihê hêvî û kêfxweşiyê ye."

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Bexda "hevparê sereke yê Herêma Kurdistanê ye û ji xeynî çareserkirina pirsgirêkan ti rêyeke din" li ber hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê nîne.

Balyozê Îtalya li Iraqê civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê wî welatî di meha Sibatê de li konferansa Munchenê bi erênî nirxand û got: “Çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê civaka navdewletî zêdetir berê xwe bide Iraq û Herêma Kurdistanê û dê derfeta veberhênanên biyanî li Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetir bike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de ragihand ku di beşeke din ya civînê de behsa çalakiyên Îtaliyayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyê bi giştî û çendîn mijarên ku di berjewendiya hevbeş de ne, hatin gotûbêjkirin ku konsulê Îtalyayê yê li herêma Kurdistanê jî tê de amade bû.