Li Dîlokê û Kilîsê teyrok bariya: Cade û kolan tev spî bûn

18-03-2023
RÛDAW
Nîşan Teyrok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Dîlokê û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê teyroka ku libên wê bi qasî libên gûzan bû bariya, cade û kolan di bin avê de hiştin. Li hinek navçeyan jî co û rûbar ji ber barîna zêde bi ser de çûn û Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyê derbarê barana zêde û egera çêbûna lehiyan de hişyariyê dide beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê.

Çend roj in pêleke baranbarînê li Bakurê Kurdistanê destpê kiriye û berdewam e. Şeva borî li esmanên Dîlokê û Kilîsê dîmenên balkêş ên vedana birûskan hatin tomarkirin û li ser medyaya civakî hatin belavkirin.

Piştî vedana birûskan pêleke bihêz a baranê destpê kir. Piştre jî teyrok bariya û cade û kolanên her du  bajaran di bin avê de man. Di dîmenan de ku welatiyan li ser medyaya civakî belav kirine, libên teyrokê bi qasî libên gûzan in û zerer gihandiye beşeke otomobîl û xaniyên welatiyan.

Teyrokê li Dîlokê û Kilîsê erd wekî berfê spî kir û metirsiya lehiyê li çend navçeyan çêkir. Beşek ji co û rûbarên herdû parêzgehan bi ser de çûn.

Li Parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jî baraneke bihêz bariya û bahoz rabû. 19 xaniyên li navçeya Tutê ku metirsiya lehiyê li ser wan bû hatin valakirin.

Li parêzgeha Amedê jî baran dibare û Platforma Hevgirtin û Parastina Bajêr bo dawiya hefteyê (Rojên Şemî û Yekşemê) hişyariya baraneke bihêz da û daxwaz ji aliyên peywendîdar û xelkê bajêr kir ku  ji bo egera her lehiyekê  tedbîrên pêwîst werbigirin.

Saziya Keşnasiya Tirkiyê bo rojên Şemî û Yekşemê  derbarê parêzgehên Amed, Riha, Xarpêtê, Mêrdîn, Meletî û parêzgehên derdorê hişyariya barana bihêz daye û ji welatiyan daxwaz kiriye ku di dijî egera çêbûna lehiyan tedbîrên pêdivî werbigirin.

Ev di demekê de ye roja Çarşemê 15ê Adara 2023an piştî baraneke zêde li parêzgehên Riha, Semsûr, Meletî û  Amedê yên Bakurê Kurdistanê lehî rabûbû û lehiyê bandorek nerênî li wan navçeyan kir û zererên canî û darayî gihandin welatiyan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu roja Înê 17ê Adara 2023an ragihand ku hejmara kesên li parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê di wê lehiyê de canê xwe ji dest dane bo 18 kesan zêde bûye û li dû navçeyên wan herdû parêzgehan jî karûbarên lêgerîna li pey kesên winda berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst