Li 11 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin

18-03-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê 11 dever û navçe di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan bo çûn û hatina welatiyan hatin qedexekirin. Piraniya wan deveran jî ew dever in ku ajeldarên Şirnexê ajelên xwe lê diçêrînin.

Li gor daxuyaniya ku roja Înê 17ê Adara 2023an ji aliyê parêzgariya Şirnexê ve hatiye belavkirin, li 11 dever û çiyayên parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopî, Basa, Qileban û Bêtuşebabê qedexe hatiye ragihandin.

Li gor biryarê, li wan deveran ji 17ê Adara 2023 heta 31ê Adara heman salê, di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de bo dema 15 rojan qedexe hatiye ragihandin û tê gotin ku nabe di wê demê de welatî ne bi roj û ne jî bi şev serdana wan deveran  bikin.

Çiya û navçeyên ku li gor biryara parêzggariyê hatine qedexekirin ev in: “Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gur, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Newala Sar, Çiyayê Încebel, Devera Oymakkaya û Devera Tenînê.”

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew qedexe ji bo “pêkanîna ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtîjiyê û her pêşhatek nerênî” hatiye ragihandin.

Ev qedexe di demekê de ye ku beşeke zêde ya xelkê parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dikin û navçeyên ku hatine qedexekirin jî bi piranî ew navçe ne ku ajeldar 4 demsalan ajelên xwe lê diçêrînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst