Biden piştgirî da biryara girtina Putin a Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden der barê biryara girtina Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ya ji bo Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de got ku "(Putin) eşkere sûcê şer kiriye" û diyar kir ku wî biryarê rewa dît, lê dadgeh di asta navneteweyî de nayê naskirin.

Biden li Qesra Spî bersiva pirsên rojnamevanan da.

Biden der barê biryara girtina Putin a ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ve got "Bi ya min biryareke rast e. Lê pirsgirêk ew e ku (ICC) ji aliyê me ve jî di asta navneteweyî de jî nayê naskirin."

 

Li aliyê din Biden diyar kir ku di vê biryarê bal kişandiye ser xaleke giring û li ser pirsa gelo Putin li Ukraynayê sûcê şer kiriye yan na, wiha bersiv da: "Wî bi awayekî eşkere sûcê şer kiriye."

Têkildarî hevdîtina Putin û Serokê Çînê Şî Jinping a hefteya bê, Biden got ku ew ê li encama hevdîtinê binêrin. Herwiha Biden destnîşan kir ku îdiayên endamên Partiya Komarî yên ku dibêjin hin endamên malbata wî derbarê Çînê de pere dane, ne rast in.

ICC’yê ragihandibp ku di çarçoveya lêpirsîna sûcên li Ukraynayê de hatine kirin de, ji bo Serokê Rûsyayê Putin û Komîsera Mafên Zarokan a Rûsyayê Maria Alekseyevna Lvova-Belova bi hinceta sûcên şer biryara girtinê hatiye dayîn.