Lehiyê bandoreke zêde li aboriya esnaf û dikandarên Rihayê kir

18-03-2023
RÛDAW
Daxwaziya welatiyên ziyandmend ji dewletê, ziyanên wan qerebo bikin û alîkariya wan bikin.
Daxwaziya welatiyên ziyandmend ji dewletê, ziyanên wan qerebo bikin û alîkariya wan bikin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lehiya roja Çarşemê li Rihayê, karesatek bû ku di dîroka wê parêzgehê de nimûneyên wê nehatibûn dîtin. 16 kesan canê xwe ji dest da û hinek taxên bajar di nava heriyê de man, êdî nayêne bikaranîn.  Bi taybetî ziyaneke zêde gihaye dikandaran û keda wan a salan ku li ber avê çû.

Lehiya roja Çarşemê ji bilî zererên canî, zereke zêde ya maddî jî li Rihayê kir.  Bi taybet li esnaf û dikandarên wê. Ew li bendê ne dewlet wan qerebû bike.

Xwediyê Dikana Reklamê Seyît Ahmet Kiliç dibêje: “Sermayeya min a 20 salan çû. Hemû xebata min di şevekê de nema. Em çi bikin ev ji Xwedê hatiye û karesat û lehî ye. Dema em sibehê hatin dikana xwe em şok bûn. Em nizanin çi bikin. Înşalah dewlet alîkariya me bike daku em bi hevre vê wêrankariyê rakin.”

Caran li vê çayxaneyê cihê rûniştinê nebû. Lê piştî lehiyê tije herî bûye û niha vala ye. Xwediyê çayxaneyê Mislim Karataş hewl dide careke din paqij bike û vegerîna rewşa berê, ji ber ku hemû debera wî û malbata wî ji wê derê ye.

Xwediyê Çayxaneyê li Rihayê Muslum Karataş got: “Her tiştê me ev der bû. Cihê kar û xaniyê min kirê ye. Spas bo Xwedê tiştek bi zarokên me û xanî nehat. Ez li cihekî din dimînim. Navenda min a kar li vê derê ye. Dema hatim vê derê û min dît dinya bi ser min de hilweşiya.”

Bi qasî çokekê herî ketiye xwaringehê. Piraniya kelûpelên wê têk çûne û bi kêrî bikaranînê nayên. Lê xwediyê wê tevî vê jî xwe bi şans dibîne ku roja lehiyê ne li ser karê xwe bû.

Xwediyê Xwaringehê  Li Rihayê Omer Kiliç jî dibêje: “Demjimêr derdora 8 bû dema ez ji malê derketim. Li aliyê cem pirê lehî nû destpêkiribû. Min hewl da xwe hinek nêzîk bikim, lê baran û lehî zêde bû û ez reviyam. Birayê min ê li kêlekê Mislim telefon ji min re  kir û got teqez bi otomobîlê neyê vê derê û lehî rabûye. Ji ber wê jî ez neçar mam vegerim. Baş bû ku nehatim, eger hatibûma dibe ku ez jî din kavilan de mabam."

Heta niha li Rihayê herî kêm 16 kesan di lehiyê de canê xwe ji dest dane. Lehiyê piraniya bînasaziya bajar têk daye û avrêj xitimandine. Piraniya niştecihên Rihayê piştî lehiyê bê av mane. Parêzgariya Rihayê jî dibêje, tîmên wan şev û roj kar dikin daku bermayên lehiyê ji bajêr paqij bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

HSDyê li Reqayê operasyonek li dar xist / Wêne: HSD

Li Reqayê 4 DAIŞî hatin kuştin

Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên HSDyê ​li gundê Şinîniyê yê li bakurê Reqayê operasyonek li dar xist