Kujêrê malbata Şenyaşar jiyana xwe ji dest da

18-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îbrahîm Yildiz ê ku derbar wî de ji ber kuştina Celal Şenyaşar û birîndarkirina Adil Şenyaşar biryara girtinê hebû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest da.

Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, êrişî endamên malbata Şenyaşar kiribûn û ji wê malbatê Haci Esvet Şenyaşar û du zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn kuştin û sê kurên wî Ferît, Fadil û Mehmet Şenyaşar birîndar bibûn. Herwiha di bûyerê de birayekî Îbrahîm Halil Yildiz jî hatibû kuştin.

Di dîmenên kamerayê de hatibû dîtin ku Îbrahîm Yildiz di dikanê de erişî malbata Şenyaşar kiriye û gulê berdaye Celal û Adil Şenyaşar.

Li gor nûçeya Mezopotamya Îbrahîm Yildiz ê ku ev  5 sal in derbara wî de biryara girtine hebû lê nedihat dîtin di 16ê Adarê de bi nasnameya xwe çûye nexweşxaneyeke taybet a Mêrsîne û jê re neştegerî hatiye kirin, di dema neştegeriyê de  jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst