Li Rihayê ava tora bajêr ji nû ve hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul ragihand  ku ji nû ve ava torê dan bajêr.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul daxuyanî da rojnamevanan û got ku ji ber lehiya rabû bi qasî 40 saetî ava torê nedan bajêr.

Di berdewamiya axaftina xwe de Beyazgul got ku dema wan ferq kir ava qirêjî ketiye tesîsa parzûkirinê av girtin û wiha domand: "Eger ew derî nehatina girtin bi qasî 12 hezar ton ava şêlû û herî dê têketa wê derê û bo paqijkirinê jî qasî 3 mehan dê em mijûl bikira. Hevalên me ji ber ku zû tevgeriyan rê li karesateke duyemîn a dê bihata serê Rihayê hat girtin."

Beyazgul herwiha da zanîn ku wan serdab û coyên ava tora bajêr paqij kirin û niha jî ji bo ku ava vexwarinê bikaribin bidin bajêr hewl didin û ji welatiyan xwest ku heta wan agahî neda bila ava torê venexwin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê got jî ku ew ava vexwarinê li welatiyan belav dikin û ji bo vê jî dixebitin û di nav du rojan de dê ava vexwarinê bidin çar aliyê bajêr.