Hevpeymaniya Navdewletî sersaxî ji HSDê re xwest

18-03-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Helîkopter Hevpeymaniya Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk a HSD sersaxî xwest ku di encama ketina du helîkopteran de 9 endamên Yekîneyên Antîterorê ya Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Dije Terora Kurdistanê roja Çarşemê 15ê Adara 2023an ragihand ku li nahyeya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Duhokê helîkopterek kete xwarê, 7 kesan tê de canê xwe ji dest dane ku 4 mêr û 3 jin in, lê nayê zanîn helîkopter a kê ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî duh Înê 17ê Adara 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, di “du helîkopterên” ku ketine de 9 endamên Yekîneyên Antîterorê ya Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter di daxuyaniyekê de ragihandibû, di helîkoptera ku ketiye xwarê de 7 endamên PKKê canê xwe ji dest dane û helîkoptereke din jî ji herêmê çûye.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê twitterê wêneyên endamên Yekîneyên Antî-Terorê (YAT)  yên di ketina 2 helîkopteran de canê xwe ji dest dane parve kir û li ser hesabê xwe yê Twîtterê gotibû, “Endamên hêzên me yên Taybet ên Dijî Terorê 9 şervanên me ku di nav wan de fermandarê yekîneyê Şervan Kobanî jî hebû, dema ku di çarçoveya bernameya çalakiyên hevbeş ên li dijî DAIŞê de ber bi Herêma Kurdistanê ve diçûn canê xwe ji dest dan.”

Hêza Peywira Hevbeş a Operasyonên Taybet li Hevpeymaniya Navdewletî jî twîta Mazlûm Ebdî belav kir ku sersaxî ji HSDê re xwest.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê di peyama xwe de dibêje: “Em ji dil û can sersaxiyê ji hêzên hevkarên HSD û hezkiriyên lehengên vê dawiyê yên di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazin. Qurbanî û dilsoziya wan ji bo xizmetkirina welatê xwe nayê ji bîr kirin ji ber ku ew berdewamiya parastina ewlehî û aramiyê li Sûriyê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst