Li Dêrsimê bo pîrozbahiya Newrozê destûr hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Sazkirina Newrozê a Dêrsimê ragihand ku bo pîrozbahiya Newrozê li Dêrsimê destûr hatiye dayîn û dê roja Şemiyê 19ê Adarê li Qada Seyit Riza bê pîrozkirin.

Komîteya Sazkirina Newrozê a Dêrsimê derbarê pîrozbahiya Cejna Newrozê li Stenbolê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku destûra wan daxwaz kiriye hatiye qebûlkirin.

Komîte di daxuyaniya xwe de dibêje: “Me wek Komîteya Sazkirina Newrozê bi armanca ku  li Qada Seyit Riza Cejna Newrozê bê pîrozkirin serlêdana Walîtiya Dêrsimê kiribû û îro 18ê Adarê bo destûra pîrozbahiyê bersiva erênî hatiye dayîn. Li gor destûrê 19ê Adarê li qada navborî dê Cejna Newrozê bê pîrozkirin.”

Li gor daxuyaniyê dê parlamenterên HDPê Gulistan Kiliç Koçyigit, Alican Onlu, Serokê EMEPê Ercument Akdeniz û Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu beşdarê pîrozbahiyê bibin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çend roj e li çendîn bajarok û navçeyan ligel amadekariyên Newrozê, agirê Newrozê jî tê pêxistin.