Li Dêrsîmê protestoya birîna daran û projeya kargeha paşmayan

Dêrsim (Rûdaw) - Li pêş Şaredariya Dêrsîmê kom bûne û bi diruşmên “Em naxwazin tu 55 hezar darên me bibirî” Serok Şaredar Fatih Mehmet Maçoglu protesto dikin û jê daxwaz dikin, projeya çêkirina kargeha paşmayan a li gundê Tuluk betal bike.

Di nav de Şaredariya Dêrsîmê, 5 şaredarî dixwazin li gundê Tuluk yê Dêrsîmê, 54 hezar û 900 daran bibirin û li şûna wan kargeha paşmayan çêbikin. Jîngeparêz û gundiyên herêmê li dijî projeyê derdikevin û bi hinceta ku dê jîngeh û ajelên kovî zerarê bibînin,  dawxaza rawestandina projeyê dikin.

Çalakvan Yilmaz Çelik got “Em ji bo parastina gund û çemên xwe li vêderê ne. Birêz Maçoglu, %65ê Dêrsîmê qirac û dêmî ye. Cihên ku dar û ber, jiyana kovî, çavkaniyên avê û gund lê nînin hene, çima Tuluk.”

Gundiyên herêmê daxwaz dikin rêz li îradeya wan bê girtin û dibêjin me di karesata 1938an de koç nekir, em niha jî ji gundên xwe koç nakin.

Gundî Ali Kullu dibêje “Bila destê xwe ji ser daristan û goristanên me vekişînin. Me di sala 1938an de koç nekir û niha jî koç nakin. Gelo em dê ji niha şûn de koç bikin? Em xelkê wê derê ne, em dê bi kuderê de biçin?”

Jîngeparêz û gundî dibêjin em qebûl nakin, ku jîngeha me bê tinekirin û heta proje bê betalkirin dê yekem roja Pêncşemê ya her mehê li pêş şaredariyê kom bibin û protestoya xwe berdewam bikin.

Gundî Mehmet Aslan ragihand “Em naxwazin daristanên, goristanên û jîngeha me ji holê rakin. Li ser ziyarêtên û goristanên me tesîseke wisa ava dikin, em dê vê çewa qebûl bikin. Ev ji me re ne pêwîst e. Ji niha şûn ve ez dê mêş û ajelên xwe bibim kuderê? Li ber derê min sergo çê dikin, ma ev tê qebûlkirin.”

Projeya kargeha paşmayan dê bi 15 hezar euroyan bê çêkirin û li gor rapora pisporan, proje dê li nav daristanê bê çêkirin û tê texmînkirin nêzîka 55 hezar dar bên birîn û herwiha bandoreke nerênî li tendirustiya mirov, çavkaniyên avê û sektora çandinî û ajeldariyê bike.