Li Çewlîgê perwerde hat ragirtin

18-03-2022
RÛDAW
Nîşan Çewlîg Bakurê Kurdistanê Berf Perwerde Xwendin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber berfê îro 18ê Adara 2022ê dibistan hatin girtin.

Parêzgariya Çewlîgê ragihand, tê çaverêkirin li tevahiya parêzgehê berfeke zêde bibare û keşûhewa xirap bibe.

Parêzgariyê biryar da, îro 18ê Adara 2022ê li tevahiya parêzgehê dibistan bên girtin.

Herwiha, dê karmendên hikumî yên kêmendam û ducanî wek mohlet bên qebûlkirin û naçin ser kar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst