Mezlûm Kobanî ji bo Efrînê bang li Netewên Yekbûyî kir

18-03-2022
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Kobanî Efrîn Dagirkirina Efrînê Netewên Yekbûyî Tirkiye Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Kobanî di çaremîn salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiyê û grûpên bi ser wê ve banga rawestandina dagirkerin û vegera bi ewle ya gelê Efrînê kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî îro Înê (18.03.2022) li ser hesabê xwe yê Twitterê di tweetek parve kir tê got ku "Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî heta niha jî berpirsyariyên xwe yên li hember gelê Efrînê paşguh dikin."

Mezlûm Kobanî di tweeta xwe de dibêje “Bidawîkirina dagîrkeriyê û vegera xelkê wê bi aramî bo ser ax û malên xwe, doza me û berpirsyariya me ye û ev jî doza her bawermendekî mirovahiyê ye. 4 sal di ser dagirkirinê re derbas bûn, qirkirin li bajarê zeytûnan Efrînê berdewam dike."

Fermandarê HSDê di beşeke din peyaman xwe de wih ragihand “Bidawîkirina dagîrkeriyê û vegera xelkê wê bi aramî bo ser ax û malên xwe, doz û berpirsyariya me ye û ev doz jî doza her bawermendekî mirovahiyê ye. "

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di van her 4 salên dagirkirina Efrînê de, ji ber topbaran û bordûmana artêşa Tirkiyê û kiryarên grûpên çekdar:

Nêzîkî 700 sivîlan hatine kuştin

7 hezar û 400 kes hatine revandin ku çarenivîsa nîviya wan nediyar e

68 dibistan wêran bûne

28 pêgehên şûnwarî hatine jinavbirin

15 mezargehên olî li gel hejmareke goristan têk çûne

1 milyon 300 hezar darên biber û bêber hatine birîn

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê roja 20ê Çileya 2018ê di bin navê operasyona Çiqleya Zeytûnê bi tank û firokeyan êrîşî Efrînê kirin.

Ji ber êrişên Tirkiyê û çekdaran bi sed hezaran welatiyên Kurd mal û warên xwe bicîh hiştin û koçber bûn. Piştî demekê bi sed hezaran Ereb û Tirkmenên hawirde li mal û warên wan hatin bicîhkirin. Piştre hêzên Kurdî di bin navê hêzên rizgarkirina Efrînê de dijî grûpên çekdar ên ser bi Tirkkiyê ve dest bi berxwedana rizgarkirina Efrînê kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst