TUÎK: Kesên bi temen herî kêm li parêzgeha Şirnexê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) ragihand, ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bi temen, di 5 salan de ji sedî 24 zêde bûye û di sala 2021ê de gihiştiye 8 milyon û 245 hezar û 124 kes. Li gor ku TUÎK dibêje kesên bi temen herî kêm li parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê ne.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) encamên xebata xwe ya bi navê “Bi Amaran Kesên Bi Temen” ya sala 2021ê belav kirin.

Li gor encamên wê xebatê li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hejmara kesên temenê wan di ser 65 salan de ku di sala 2016ê de 6 milyon û 651 hezar û 503 kes bûn, di nav 5 salan de bi rêjeya ji sedî 24 zêde bûye û di sala 2021ê de gihiştiye 8 milyon û 245 hezar û 124 kesan.

Di sala 2016ê de li Tirkiyê rêjeya nifûsa kesên bi temen di nav nifûsa giştî de ji sedî 8.3 bû, lê ew rêje di sala 2021ê de, di nav nifûsa giştî ya Tirkiye û Bakurê Kuridstanê de gihiştiye ji sedî 9.7. Di sala 2021ê de ji sedî 44.3ê kesên  bi temen jin in û ji sedî 55.7ê wan jî mêr in.

Tê pêşbînikirin ku rêjeya bi temenan, di nav piraniya nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di sala 2025ê de bigihe ji sedî 11, di sala 2030ê de ji sedî 12.9, di sala 2040ê de ji sedî  16.3,  di sala 2060ê de  ji sedî 22.6 û di sala 2080ê de jî ew rêje bigihe ji sedî 25.6.

Li gor texmînên nifusê, di sala 2021ê de nufusa cîhanê 7 milyar û 831 milyon û 605 kes bû, hejmara nifusa bi temenan jî 764 milyon û 321 hezar û 142 kes bû. Li gor vê yekê di sala 2021ê de li ser asta cîhanê rêjeya kesên bi temen ji sedî 9.8 bû.

Li ser asta cîhanê Monako bi rêjeya ji sedî 34.3 yekem welat e ku herî zêde kesên bi temen lê hene, li pey wê bi rêjeyên ji sedî 28.8 japonya û Îtalya tên. Di vî warî de Tirkiye di nav 167 welatan, di rêza 68emîn de ye.

Li gor Saziya Amaran a Tirkiyê, di sala 2021ê de bi rêjeya ji sedî 20.1 herî zêde li bajarê Sînop ê Tirkiyê  keêsn bi temen hene. Piştî wê bi rêjeya ji sedî 19.2 bajarê Kastamonu di rêza duyem de ye û bi rêjeya ji sedî 17.8 bajarê Artvîn jî di rêza sêyem de tê.

Li ser asta Tirkiyê kesên bi temen herî kêm li parêzgehên Bakurê Kurdistanê hene. Li gor TUIKê di sala 2021ê de bi rêjeya ji sedî 3.5 kesên bi temen herî kêm li parêzgeha Şirnexê ne. Li pey wê bi rêjeya ji sedî 3.9  Colemêrg  di rêza duyem de û Riha jî bi rêjeya ji sedî 4 di rêza sêyem de tê.