Hewlêr (Rûdaw) - Di 18ê Adara 2018ê de Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve hate dagirkirin.
Di van 4 salan de li Efrînê pêşhateyên zêde mezin ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve wek talankirin, kuştin û guhertina demografî çêbûne.
Tevî protestokirina tawana dagirkariyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên peywendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî ve lê Efrîn di bin dagirkariyê de dinalîne.
Zekeriya Huserî, lêkoler û şirovekarê Efrînî, dibêje, “Bi boneya 4emîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên ser bi opozisyona Sûrî ve… divê em bizanin ku plana dagirkirina Efrînê li Astana hat danîn di navbera Rûsya, Tirkiye, Îran û erêkirina rejîma Sûriyê de. Hîn jî kuştin, talankirin û dizî berdewam e.”
Di van her 4 salên dagirkirina Efrînê de, ji ber topbaran û bordûmana artêşa Tirkiyê û kiryarên grûpên çekdar:
- Nêzîkî 700 sivîlan hatine kuştin
- 7 hezar û 400 kes hatine revandin ku çarenivîsa nîviya wan nediyar e
- 68 dibistan wêran bûne
- 28 pêgehên şûnwarî hatine jinavbirin
- 15 mezargehên olî li gel hejmareke goristan têk çûne
- 1 milyon 300 hezar darên biber û bêber hatine birîn
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê roja 20ê Çileya 2018ê di bin navê operasyona Çiqleya Zeytûnê bi tank û firokeyan êrîşî Efrînê kirin.
Ji ber êrişên Tirkiyê û çekdaran bi sed hezaran welatiyên Kurd mal û warên xwe bicîh hiştin û koçber bûn. Piştî demekê bi sed hezaran Ereb û Tirkmenên hawirde li mal û warên wan hatin bicîhkirin. Piştre hêzên Kurdî di bin navê hêzên rizgarkirina Efrînê de dijî grûpên çekdar ên ser bi Tirkkiyê ve dest bi berxwedana rizgarkirina Efrînê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse