‘Li Efrînê cînosaydek li dijî kultur û dîroka Kurdî heye’

18-03-2021
RÛDAW
Wêne: Bulent Kilic/AFP
Wêne: Bulent Kilic/AFP
Nîşan Zekeriya Huserî Efrîn Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û Şûnwarnasê xelkê Efrînê Zekeriya Huserî beşdarî bultena Rûdaw TVyê bû û behsa kiryarên Tikriyê û grûpên çekdar ên li dijî xelkê Efrînê kirin û got, “Li Efrînê cînosaydeke şûnwarî li dijî kultur û dîroka Kurdî heye.”

Zekeriya Huserî behsa hebûna 2 fakretan kir ku bandorê li ser rewşa Efrînê dikin û amaje bi wê kir, Îtîlafa Opozisyona Sûriyê hewl dide ku ofîsên xwe veke û wan binkariyan veşêre.

Huserî diyar dike diyar dike ku binpêkariyên li Efrînê rû didin zêde bûne û hejmara girtiyan 2 qat zêde bûye û dibêje, “Li Efrînê talankirin, kuştin, dizî û binpêkariyên cor bi cor ku tawanên li dijî mirovahiyê ne, berdewam in.”

Derbarê hewlên guhertina demografiya devera Efrînê jî Huserî dibêje, “Rêjeya Kurdan gelek kêm bûye, bi planek ku rejîma Sûriyê, Rûsya, Îran jê agahdar in. Zêdetir ji %95 nifûsa Efrînê, navê resen Çiyayê Kurmênc, Kurd bû, di serdema Şerê Cîhanî yê Yekem de hinek malbatên Ermenî hatin. Yek kes ji Tirkmenan nebûn û hinek Ereb hebûn ku ew jî bûne alîkar bo êrişa ser Efrînê.”

Şûnwarnasê Zekeriya Huserî aşkere dike ku ti rêxistineke navdewletî nikare derbasî herêma Efrînê bibe û dibêje, “57 şûnwar li herêma Efrînê hatine têkdan. Îro li ber destê cîhanê hemû belge hene. Ev cînosaydek şûnwarî ya li dijî kultur û dîroka Kurdî li Efrînê ye.”

Îro 18ê Adarê, 3 sal di ser dagîrkirina bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin.

Beriya 3 salan, piştî 58 rojan êrîşên Artêşa Tikriyê û girûpên çekdar yên ser bi opozîsyona Sûriyê, bajarê Efrînê ket bin destê wan. Heta niha jî Tirkiye û girûpên çekdar di wî bajarî de desthilatdar in ku binpêkarî jê kêm nebûne.

Di nava 3 salên derbasbûyî de, girûpên çekdar çendîn coreyên binpêkirina mafên mirovan li hember xelkê Efrînê kirine. Ji kuştin, revandin talankirin û destdanîna ser mal û milkê û heya digehe qedexeya perwerdeya bi ziman û kultûra Kurdî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst