DÊRSÎM - Dewletê Newroz qedexe kir lê Kurdan bi coştir pîroz kir

Dêrsîm (Rûdaw) – Li Zanîngeha Dêrsîmê xwandevanan bi hilkirina agir cejna Newrozê pîroz kirin û bi gotina strananên Kurdî govend gerandin.

 

Li Bakurê Kurdistanê şepêla pîrozbahiyên cejna Newrozê berdewam e.

 

Li Zanîngeha Munzur a Dêrsîmê li Bakurê Kurdistanê jî cena Newrozê hat pîrozkirin. Xwandevanên Zanîneha Dêrsîmê li hewşa zanîngehê agir pêxistin, stranên Kurdî gotin û dîlan û govenda Kurdî girtin.

 

Pîrozkirina cejna Newrozê ji aliyê xwandevanên Zanîngeha Dêrsînê di demekê d eye, ku îsal Hikûmeta Tirkiyê li gellek parêzgeh, navçey, bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê û Tikriyê birêvebirina cejna Newrozê qedexe kiriye.

 

Xwandevanên Kurd ên wê zanîngehê dibêjin, her çiqas ku cejna îsal hatiye qedexekirin, lê belê tevlîbûna cejnê zêdetir bûye û bi coştir birêve diçe.