KERKÛK- Di 8 rojan de 31 gund û 3 komelgeh

Kerkûk (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge li eniya Daqûqê li başûrê Kerkûkê dest bi êrişeke berfereh li dijî çekdarên DAIŞê kirin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge Fexredîn Ebdulah ragihand: “Êrişa Hêzên Pêşmerge îro serê sibehê li eniya Daqûqê dest pê kir û heta niha gundê Uzêriye hatiye kontrolkirin û Pêşmerge pêşde diçin.”

Fexredîn Ebdulah wiha got: “Niha şer li gundê Etşanê yê ser bi bajarokê Daqûqê ve berdewam dike û hewl didin ku di zûtirîn dem de wî gundî jî rizgar bikin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Tevî ku li gundê Uzêriyeyê çekdarên DAIŞê 3 seatan bergirî kirin, lê di encamê de Hêzên Pêşmerge ew gund bi temamî kontrol kirin.”

Di nava 8 rojên borî de li parêzgeha Kerkûkê 31 gund û 3 navçe ji aliyê hêzên pêşmerge de hatibûn kontrolkirin.