Muzeyek bo cil û bergên kurdî hat vekirin

 

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, muzexaneyekê kurdên her çar perçeyên Kurdistanê kirin yek.

 

Di vê mûzexaneyê de cil û bergên jina kurd li seranserê Kurdistanê ku ji aliyê terziyeke kurd ve hatine dirûtin, tên nîşandan.

 

Muzexane îro bi amadebûna Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, çend parlamenter û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û konsulên biyanî, hat vekirin.

 

Kesên ku bixwazin cilên jina kurd bibînin û nas bikin, dikarin ji îro û pê de serdana wê muzexaneyê bikin.

 

Ew muzexane di nava Kela Hewlêrê ya dîrokî de hatiye vekirin.