Hevjîna xwe kuşt û xwest xwe jî bikuje

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihayê mêrekî hevjîna xwe kuşt û xwest xwe jî bikuje.

Li gorî agahiyan, li Taxa Sarayonuyê ya Rihayê di navbera kesê bi navê Kenan Ş. yê 32 salî û hevjîna wî Nîhan Ş. ya 27 salî de nîqaş çêbû.

Li ser zêdebûna gotegot û nîqaşê Kenan Ş. bi demanceyê hevjîna xwe Nîhan Ş. kuşt.

Kenan Ş. piştre bi heman demanceyê xwest xwe jî bikuje û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û wan Kenan Ş. rakir nexweşxaneyê.