Guhdar Zêbarî hatibû berdan: 'Rola Serokê Herêmê Kurdistanê gelekî erênî bû'

18-02-2024
RÛDAW
Nîşan Guhdar Zêberî Girtiyên Badînanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji girtiyê Badînanê Guhdar Zêbarî li ser berdana xwe got, "Helwesta Serokê Herêma Kurdistanê di dosyaya me de gelekî erênî bû."

Guhdar Zêbarî bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatberdan.

Girtiyê Badînanê Guhdar Zêbarî piştî ku hate berdan ji Rûdawê re axivî.

Zêbarî da zanîn ku eger ne ji biryara Serokê Herêma Kurdistanê bûya dê heta 2026an di girtîgehê de bimana û got, "Helwesta Serokê Herêma Kurdistanê di dosyaya me de gelekî erênî bû."

Girtiyên Badînanê

Zêbarî di Çiriya Pêşîna 2020î de li gel grûpek rojnameger û çalakvanan ji ber beşdarbûna wî di xwepêşandanên li ser nedana mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatibû girtin.

Ji ber ku ew kes ji devera Badînanê ya parêzgeha Duhokê ne, wekî girtiyên Badînanê tên binavkirin.

Sibata 2021ê bi tohmeta ku ewlehiya neteweyî dixin xeterê, şeş sal cezayê girtîgehê li Guhdar Zêbarî û çar kesên din hatibû birîn.

Sibata 2021ê bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cezayê girtiyên Badînanê ji sedî 60 hatibû kêmkirin.

Divabû ku Zêbarî Adara 2023yan bihata berdan lê bi tohmeta ku logoya otomobîla ku kiriye guhertiye 7 mehên din ceza lê hatibû birîn.

Meha Çiriya Pêşîna 2023yan jî bi tohmeta ku çifte bi Guhdar Zêbarî re hatiye dîtin, cezayê wî 6 mehên din jî hatibû dirêjkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst